Newaya Jin: Rola sereke ya jinê ye

  • 10:19 1 Gulan 2025
  • Rojane
  
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya mehane ya jinê Newaya Jin a li Ewropayê weşanê dike, hejmara xwe ya meha Gulanê weşand.
 
Rojnameya mehane ya jinê Newaya Jin a li Ewropayê weşanê dike, hejmara xwe ya meha Gulanê weşand. Rojnameyê vê mehê cih da mijarên têkildarî 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo, ji Bakur heta Şengalê berxwedana dayikan, 1'ê Gulanê û keda jinê, konferansên rêxistiniyê yên jinên Kurd ên li Rojava û Ewropayê, Cejna Zimanê Kurdî, koçberî û zayendîperestiya civakî. Nivîskarên vê mehê yên rojnameyê jî Rûşen Samsat, Heja Zerya, Hacer Ozdemîr, Nîlufer Koç, Roza Metîna, Bêrîtan Zagros, Nesrîn Navdar, Sûltan Gulsun, Berfîn Guneş, Berjîn Têkoşer û Fîdan Yildirim in.
 
Banga 27'ê Sibatê
 
Rûşen Samsat bal kişand ser bûyer û pêşketinên piştî banga 27'ê Sibatê yên li herêmê. Ji nivîskarên rojnameyê Heja Zerya jî di gotara xwe de ya bi sernavê "Çareseriya azadiyê jinan û gelan" destnîşan dike ku avakirina civaka demokratîk û demokratîkbûna dewletê divê li gel hev bimeşin. Di rûpela forûmê de gotara bi sernavê 'Neteweya demokratîk misogeriya azadiyê ye' hate weşandin ku ji parêznameyên Rêber Apo hatiye berhevkirin.
 
Di tunela Ttarî de ronahiyek
 
Nîlufer Koç di rûpelên Kurdî de bandora bangê nirxand û li dijî polîtîkayên şer ên hêzên hegemon ên li Rojhilata Navîn û cîhanê işaret bi rola 'Ronahiya di tunela tarî de' ya bangê kir. Roza Metîna jî bi Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Kamîle Kandal re li ser nexşerêya Meclîsa Jinê axivî.
 
Pêwistî bi aştiyê heye
 
Ji endamên 'Înîsiyatîfa jinê ya pêwîstiya me bi aştiyê heye' ku meha Sibatê bi komxebatê hate ragihandin, Hacer Ozdemîr li ser armanca înîsiyatîfê gotarek amade kir.
 
Koçberî û zayendperestî
 
Nivîskara rûpela Jineolojiyê Berfîn Guneş mijara "Koç, jinûve avakirina nasnameya mêrtiyê û zayendîperestiya civakî" nirxand.
 
Kapîtalîzm û keda jinê
 
Ji nivîskarên rojnameyê Sûltan Gulsun bi wesîleya 1'ê Gulanê mêtingeriya sîstema patriyarkal a kapîtalîst û bandora li ser ekolojiyê nirxand.
 
Di rojnameyê de ji portala feminisminindia.com'ê bi îmzeya Prathyusha Ramesh gotara bi sernavê 'Berdêla lixwekirinê' hate weşandin.
 
Dayikên Aştiyê
 
Bi wesîleya Roja Dayikan Fîdan Yildirim portreyên Dayikên Aştiyê yên jiyana xwe ji dest dan Xemê Akdogan, Perîşan Akçelîk û Adalet Safali, Nûre Tekîn Cevahîr Kara û Bedriye Demîr amade kir.
 
Parêzvana Şengalê
 
Bêrîtan Zagros jî bi heman perspektîfê qala dayikeke berxwedêr a Şengalê Dayê Kîne kir. Çîroka jineke din a li Şengalê 'Çîroka Edûş'ê ji aliyê Gulan Botan ve hate vegotin.
 
Li Ewropa û Rojava Konferans
 
Newaya Jin konferansên rêxistiniyê  yên jinan bi du hevpeyvînan weşand. Nûjiyan Adar li ser Konferansa Jinên Kurd û bûyerên li Sûriyeyê bi Endama Koordînasyona Kongra Star Bêrîvan Xalid re axivî. Pirsên li ser armancên dema bê ya YJK-E'yê jî ku kongreya xwe ya 5'emîn meha derbasbûyî lidar xist, ji aliyê Berdevka TJK-E'yê Kezban Dogan ve hate bersivandin.
 
Di rûpela potreyê ya Kurdî de Berjîn Têkoşer qala jiyana têkoşînê ya Hozan Mizgîn kir.
 
Di rûpela bîranînê ya rojnameyê de çîrokên jiyanê yên Gulan Nexede û Koçerîn Koçer bi sernavê 'Du gerîla, du jiyan' ji aliyê Viyan Leyla ve hate vegotin.
 
Hemû nivîsên vê mehê yên rojnameyê li ser navnîşana newayajin.net dikarin bêne peydakirin.