
'Çareseriya pirsgirêka Kurd dê têkoşîna kedê bi hêz bike'
- 12:39 1 Gulan 2025
- Ked/Aborî
STENBOL - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di korteja 1’ê Gulanê ya Kadikoyê de axivî û got: “Piştevaniya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dê bike ku heqdestê me zêde bibe û pariyê nanê me mezintir bibe.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, di korteja 1’ê Gulanê ya Kadikoyê de daxuyanî da. Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku li Tirkiyeyê krîzeke giran a aboriyê û xizanî heye û da zanîn ku di serdema îktîdara AKP’ê de zêdetirî 35 hezar kesan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Tulay Hatîmogûllari, got: “Em li vir daxwaza başkirina mercên xebatê dikin. Divê temînata ewlehiya kar hebe û cînayetên karkeran bi dawî bibin.”
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Vaye ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ ev e. Heke em bikarin civaka demokratîk birêxistin bikin, heke em bikarin pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk çareser bikin, dê pêşiya têkoşîna kedê jî vebe. Li dijî vê pergala kapîtalîst, li dijî vê rejîma otorîter em ê bikarin têkoşîna maf, hiqûq û edaletê li ser zemîneke xurtir bidomînin. Divê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gav bên avêtin. Ez bang li hemû xwişk-birayên xwe yên kedkar dikim; piştevaniya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dê bike ku heqdestê me zêde bibe, pariyê nanê me mezintir bibe. Lewma divê em tu caran dev ji daxwaza aştiyê bernedin. Em bi hev re têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bidomînin.”
'Divê gav bên avêtin'
Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku hewceye gavên pêwîst bên avêtin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê di qanûnan û hiqûqê de sererastkirinên pêwîst bên kirin. Divê zemîna siyasî, parlamento û hiqûqî bê xurtkirin. Ji bo ev pêvajo bikare bidome, divê tecrîda li ser birêz Ocalan teqez were rakirin. Divê bikare bi her kesî re hevdîtinê bike. Divê mercên xebatê yên azad bên avakirin. Divê gav tavilê bên avêtin.”