Li Amedê Gerên Mîrateya Çandî dest pê dikin

  • 11:42 26 Nîsan 2025
  • Çand û Huner
 
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê ji bo ku xwendekar û jin mîrateya çandî bikin, li navenda bajêr û navçeyan gerek rêxistinî bike.
 
Ji aliyê Rêveberiya Beşa Turîzmê ya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî ve, di çarçoveya projeyeke ku bi hişmendiya "Tenê mîrateke ku tê naskirin û qîmet lê tê girtin dikare bê parastin" de hatî destpêkirin de, di mehên Nîsan û Gulanê de dê li navenda bajêr û navçeyan gelek ger ji bo deverên mîrateya çandî, muze û bedewiyên xwezayî werin lidarxistin.
 
Bi bernameya ku navçeyên Sûr, Çinar, Pîran, Êgil, Lîce, Pasûr, Farqîn, Çingûş, Hezro, Çêrmûg, Karaz, Erxenî û Hênê dihewîne, tê armanckirin ku zarokên dibistanên gundên dûr bi dîroka navenda bajêr bibin nas; xwendekarên navçeyên navendî jî mîrateya çandî ya li navçeyan nas bikin. Bi vî awayî, tê armanckirin ku şêniyên bajêr li dîrokê, çandê û bedewiyên bajêr hay bibin, bi raborîyê re têkilî ava bikin û hesta aîdiyetê bi dest bixin.
 
Serîlêdan
 
Xwendekarên ku dixwazin beşdarî bernameya gerûgeştê bibin, dê bi rêya rêveberên dibistanên xwe, bi daxwaznameyan serî li Rêveberiya Beşa Turîzmê ya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî bidin.
 
Jin dê sûdê werbigirin
 
Ji bernameyan, herwiha beşdaran li Navendên Jiyanê ya Jinan ku girêdayî Daîreya Karûbarên Jin û Malbatê ne, wekî kursiyerên ku li wir perwerde dibînin, jin ên ku berê nikaribûn deverên dîrokî û mîrateya çandî bibînin, jî dê sûdê werbigirin.
 
Gera ewil 27ê Nîsanê
 
Bernameyê dê 27ê Nîsanê bi gerandina xwendekarên ku ji Farqînê tên li navçeya dîrokî ya Sûrê dest pê bike û piştre ji bo deverên din dê plansazî bên çêkirin.
 
Materyalên danasînê yên pirzimanî
 
Tê plankirin ku di dema geran de materyalên danasînê yên pirzimanî werin belavkirin û bi çalakiyên ji bo mîrateya çandî ya ne madî, hişmendiya turîzmê, hişyarî û beşdarî bê zêdekirin.
 
Rêveberiya Beşa Turîzmê, dê ji bo zêdekirina kapasiteya turîzma domdar û belavkirina têgihiştina turîzma herêmî xebatên xwe bidomîne.