Serhildana keda nayê dîtin (2)

  • 09:04 26 Nîsan 2025
  • Dosya
 
Ji axê ber bi berxwedanê ve: Jin deng didin 1’ê Gulanê
 
Derya Ceylan 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Afrîkayê jin hem di hilberîn hem jî di aboriyê de rolek girîng dilîzin. Lê beşek mezin a vê kedê hîna nayê dîtin. Li Ugandayê jî jinên cotkar hewl didin vê newekheviyê bi têkoşîna rêxistinkirî biguherin. 1’ê Gulanê roja wan e jî.
 
Parzemîna Afrîkayê di zîncira hilberîna global de asta herî jêr de cih digire û di heman demê de binpêkirinên herî zêde li wir tê jiyîn. Keda jinê di aboriya parzemînê de rolek girîng dilîze. Lê ev ked piranî bê qeyd, bi heqdestên kêm, bê ewle û sendîka pêk tên.
 
Li gorî rapora global a  ILO’yê ya 2023’yan li bin Sahra ya Afrîkayê ji sedî 89’ê karkerên jin bê qeyd dixebitin. Jin di çandinî, tekstîl, karê malê de dixebitin. Di heman demê de di karên malê û yên nayên dîtin de jin hene.
 
Li Afrîkayê ji bo jinên karker têkoşîn ne tenê aborî ye, esasa hebûnê ye. Jinên welat li dijî vê bêdadiyê bi kooperatîf, sendîka û torên piştevaniya herêmî têkoşînên kolektîf pêş dixînin. 
 
Di vî alî de Uganda yek ji mînakên herî balê dikşîne ye.
 
Uganda: Ji sedî 80’ê di sektora çandiniyê de dixebitin
 
Ji sedî 80’ê nifûsa Ugandayê di sektora çandiniyê de dixebitin û beşek mezin a hêza kar jin ava bikin. Lê jin piranî nikarin bibin xwedî ax. Ax dewrê mêran tê kirin. Jin li ser erdên aydê kesên din bê ewle, bê sendîka û heqdestên kêm dixebitin.
 
Jin bi hilberînê sînor namînin, di heman demê de karên xizmeta zarok, kal û pîr, çêkirina xwarinê û di hemû karên malê de rolê dilîzin. Ev rewş dibe sedema ku ji derveyê pêvajoyên biryarê dimînin.
 
Jin ji qezencê parê nagirin
 
Li gorî daneyên ILO û Un Women yên sala 2023’yan li Ugandayê ji sedî 92’ê jinan bê qeyd dixebitin. Tevî di hemû astên çandiniyê de aktîf in jî pir caran ji dahatûyê parê nagirin.
 
Jinên cotkar pir caran nikarin xwe bigihînin bernameyên piştgiriyê yên dewletê. Ji ber piştgirî ji bo cotkarên xwedî belgeya mal û milk hebe. Ji ber van belgeyan dikarin bigirin bi awayekî sîstematîk di plana duyemîn de dimînin.
 
‘Em ji axê hatin, axê dixwazin’
 
Tevî van newekheviyan jinên Ugandayî bi têkoşîna rêxistinkirî dest bi parastina mafên xwe kirin. Rêxistinên “Women in Agriculture Uganda”, “GROOTS Uganda”, “National Association of Women’s Farmers” bi riya kooperatîfan hewl didin hilberînê kolektîf bikin û hêza jinê ya aborî zêde bikin. Bi hevkariya van kooperatîfan, jin dikarin xwe bigihînin alavên çandiniyê, berheman raste rast bazar bikin û tevli pergalên kredî û sîgorteyan bibin û li hinek herêman jî cara yekem jin dibin xwedî tapu.
 
Lê hîna jî qezenc bi sînor in. Wezareta çandiyê ya Ugandayê ji polîtîkayên wekheviya zayenda civakî dûr e û jin di mekanîzmayên biryarê de cih nagirin.
 
Keda nayê dîtin, berxwedana tê dîtin
 
Li welat keda jinê bi salan ji derveyê îstatîstikên aboriyê hatin hiştin. Lê êdî ev keda ku nayê dîtin, bi berxwedana rêxistinkirî tê xerakirin. 1’ê Gulanê ji bo van jinan ne tenê rojek ‘pîrozbahiyê’; îfadeya daxwaza mafê der barê ked, ax û jiyanê ye.
 
Îro li Ugandayê 1’ê Gulanê ne tenê roja karkerên sanayiyê, roja jinên li ser erdan, dixebiteye. Ev jin êdî ne tenê hilberînê, hêvî û guherînê jî diçînin.