
Gelê Amedê pêvajoyê dinirxîne
- 09:02 14 Nîsan 2025
- Rojane
AMED - Gelê Amedê hevdîtina heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê û serokomar Erdogan a di 10’ê Nîsanê de pêk hatiye çawa pêşwazî kir? Gel bi pêvajoyek nû ya aştiyê çiqas bawer dike?
Heyeta Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê di 22’yê Çileyê de duyemîn hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir û piştî vê bi partiyên siyasî re hevdîtin kir. 13 sal şûnde bi serokomar Tayyîp Erdogan re hevdîtin hat kirin. Hevdîtina heyetê ya bi Erdogan re saetek û nîvê berdewam kir û di daxuyaniya çapemeniyê de hat diyarkirin ku hevdîtin erênî derbas bûye.
Gelê Amedê der barê geşedanan de ji ajansa me re axivî.
‘Ji bo pêşketina welat divê aştî pêk bê’
Havîn Kaya: “Ez bi vê pêvajoyê bawer nakim. Dibêjin wê aştî bê lê ez bawer nakim. Me jina li vî welatî pir zilm dît, îşkence dît. Mafê me nehat parastin. Di jiyana perwerdehiyê de di jiyana rojane de em ê li mafê xwe bigerin lê em bawer nakin. Aştî pêk bê wê tundiya li ser jinan kêm bibe, wê aborî baş bibe. Ez wek xwendekarekê dixwazim aştî pêk bê. Ji bo pêşketina welat bila aştî pêk bê.”
‘Ez piştgiriyê didim hevdîtinê’
Ayşe Polat: “Yekbûna partiyan û piştgiriya tê dayîn baş e. Ez piştgiriyê didim hevdîtinê. Hewcedarî bi aştiyê heye. Bi yekitiyê dikarin tiştên baş bikin. Ez bang li rayedaran dikim. Bila aborî baş bibe. Nebaşiya aboriyê ji ber şer e. Şer bidawî bibe wê aborî baş bibe.”
‘Hevdîtin gavek mezin e’
Ceylan Sevîm: “Ez wek mirovek wek jinekê dinêrim. Wê tiştek jî neguhere. Kuştinên jinan diqewimin. Di alî aştiyê de bawer nakim me qebûl bikin. Hevalên min ên Tirk hene em wan qet cuda nabînin. Em wan dikin mîvan dibêjin ‘hûn Kurd in, hûn Kurdî diaxivin’. Dixwazim em zimanê xwe înkar bikin. Hevdîtin gaveke mezin e. Lê li cihekî dixitimînin."
‘Em aştiyê dixwazin’
Azîze Dalmiş: “Her kes aştiyê aramiyê dixwaze. Em aramiyê dixwazin. Ciwanên me betal in. Hemû li kolanan e. Hişbirê bikar tînin. Ger karê wan hebûna wê çima wisa bikira. Em aştiyê dixwazin. Bila ev xwîn raweste. Daxwaza me aştî ye.”
‘Jin û ciwan aştiyê dixwazin’
Emîne Naîr: Em aştiyê dixwazin. Ciwanên me betal in. Krîz heye. Em nikarin tu tiştekî bikin. Em jin û ciwan aştiyê dixwazin. Bila ev şer raweste.”
Zarîfe Arî: Em aştiyê dixwazin. Berê her tiş zehmet bû. JÎTEM hebû. Çend caran gotin aştî lê nebû. Ji ber vê hêviya min nemaye. Hêvîdar im aştî îcar bê.”