Jinên ji Kobanê ji bo 8’ê Adarê dest bi xemilandina bajêr kirin

  • 15:41 2 Adar 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hemû jinên Bajarê Kobanê ji bo roja 8’ê Adarê dest bi çalakî û xemilandina kolanan kirin.
 
Bi pêşengiya Kongra Star a Bajarê Kobanê kolanên bajêr û qada Jina Azad hat xemilandin bi dûrşma "Bi Felsefeya Jina Azad ber bi Sûriyeya bû ve" kolan û bajar hatin xemilandin.
 
Bi dehan jinên şêniyên Kobanê ji bo Roja Jinên Kedkar a Cîhanê dest bi xemilandin û amadekariyên 8’ê Adarê kirin.
 
Endama Rêxistina Sara Narîn Mihemed got: "Em îro hemû li Qada Jina Azad kom bûne ji bo xemilandina bajêr. Hemû kesan dest bi çalakiyan kirine, ji bo 8`Adarê dest bi xemilandina bajarê Kobanê kirine. Ev banga ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir em bi hêvî ne ku dewlet qebûl bike û li ser vê biryarê bisekine ji bo ku ewlehî û aştî di nava gel de çêbibe. Bi vê wesîleyê roja 8`ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin.