
Li gumanbarê destdirêjiyê hîndekar Deha Koç doz
- 19:02 19 Sibat 2025
- Rojane
DÊRSİM – Rektoriya Zanîngeha Munzurê der barê hîndekar Deha Koç ku di navbera salên 2022 û 2024’an de destdirêjî li xwendekaran kiribû doz vekir.
Li Dêrsîmê derketibû ku li zanîngeha Munzurê hîndekar Deha Koç di navbera 2022 û 2024’an de xwendekar tacîz kirine. Piştî gilîkirinê der barê gumanbaran de doz hat vekirin û Yekemîn Dadgeha Asliyeya Hiqûqî ya Tunceliyê der barê Deha Koç de ji qanûna 6284 biryara durxistinê da.
Rektoriya zanîngehê jî der barê gumanbar de doz vekir.