
Îqtîdar dibêje 'mafê Kurdan ê dengdayîn û hilbijartinê tune ye'
- 09:04 18 Sibat 2025
- Rojane
ÎZMÎR - Jinan bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dan û diyar kirin ku tayînkirina qeyûm di 15’ê Sibatê de jî wateyeke wê ya cuda heye û gotin ku ew ê li hemberî zextan bêdeng nemînin. Jinan diyar kirin ku ger pêvajo li gorî hikûmetê bimeşe dê qeyûm û desteserkirina mafan bidome.
Piştî ku 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hate birîn, di 15'ê Sibatê de qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Welatiyên li avahiya şaredariyê nobet digirtin, di saetên sibehê de ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin, bi gaza îsotê êrîşî wan hat kirin, gelek kes bi lêdanê hatin binçavkirin. Piştî qeyûm hat tayînkirin kesên ku li kolanan qeyûm şermezar kirin di bin îşkenceyê de hatin binçavkirin. Berxwedana li kolanên Wanê dewam dike, bertekên li dijî qeyûman jî zêde dibin. Jinên Îzmîrê bertek nîşanî tayînkirina qeyûma li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dan û diyar kirin ku tayînkirina qeyûm di salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de wateyek wê heye û ew weke jin li hemberî qeyûmê bêdeng namînin û dê li ber xwe bidin.
'Em qebûl nakin'
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşenûr Eker, ku dest bi axaftina xwe kir, got ku qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatiye kirin qebûl nakin û got ku desteserkirina îradeyeke mezin nayê qebûlkirin. Ayşenûr wiha berdewam kir, “Ev demeke dirêje li Wanê berxwedan tê meşandin. Qeyûm hat û bi awayê dijqanûnî rûnişt. Ji me tê xwestin ku em vê qebûl bikin. Em dixwazin diyar bikin ku em ne tenê vê qebûl nakin, em ê li dijî vê yekê bisekinin û têkoşîna xwe di vê wateyê de berfireh bikin. Piştgiriya gel a bi coşeke mezin a demeke dirêj a ji bo şaredariya xwe, îradeya xwe, helwest û berxwedana ku li hemberî wê pêş xistin, bi rastî jî cihê kêfxweşiyê ye. Bi vê wesîleyê em ji Îzmîr û Egeyê ji bo hevrêyên xwe yên li Wanê silav û rêzêdariya xwe nîşan didin."
'Wateya roja 15'ê Sibatê heye'
Ayşenûr Eker, bal kişand ku tayînkirina qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di 15'ê Sibatê de xwedî wateyeke taybet e û got, "Tişta ku di salvegera anîna Birêz Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê de bi taybetî di 15'ê Sibatê de hat kirin, tolhildan e. Em jin di dema pêş de jî li hemberî vê yekê bisekinin, ji bo hemû şaredariyên ku berê qeyûm lê hatine tayînkirin, Wan jî di nav de û ji bo hemû şaredariyên ku îradeya gel lê hatiye desteserkirin, em ê vê têkoşînê ji vir mezintir bikin û li hemberî zext û zordariyê bêdeng nemînin."
'Hikûmet ji Kurdan re dibêje mafê we yê dengdan û hilbijartinê nîne'
Endama Lijneya Rêveber a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Ayşe Ozdamar jî cezakirina Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan de ji bo tayînkirina qeyûm weke hincet bi nav kir û got, “Abdullah Zeydan nehat cezakirin, ceza kirin. Meseleya cezakirinê heye. Her tişt ew qas eşkere ye ku gotin bê wate dimîne. Li Wanê li gel ku herkesî xwest û dengê xwe dan namzedên hevşaredar ên DEM Partiyê jî dîsa Lê gel gelek baş li ber xwe da û heta niha jî li ber xwe dide. Ez bêjim ev bêhurmetî li îradeya gel e. Ev îxrackirin e, ez dibêjim ev şeweyek diziyê ye . Hikûmet dixwaze bibêje ku mafê kurdan ê dengdaan û hilbijaritnê tune ye. Di sedsala 21’an de ev tiştekî pir tirsnak e."
Ger pêvajo li gorî hikûmetê bimeşe, dê qeyûm jî werin
Ayşe Ozdamar bal kişand ser wê yekê ku dema tayînkirina qeyûman bi pêvajoya heyî re were nirxandin, ya girîng ew e ku ji bo aşitiyê daxwaza gel çi ye bê nîşandan û got, "Ji ber vê yekê heta ku pêvajo di navbera her du lêvên hikûmetê de bimeşe, ez dibêm ku qeyûm dê li pey hev bên û dê desteserkirina mafan mezintir bibe. Lê eger em wek gel karibin vê pêvajoyê veguherînin aştî, aramî û azadiyê, wê demê em dikarin bi rastî aştiyê bibînin. Dibêjin aştî nayê, pir rast e, aştî têanîn."
'Gel aştiyê dixwaze, qeyûm tayîn dike'
Ji Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Fahriye Aydin, diyar kir ku dewletê îradeya gelê Kurd desteser kiriye û got, mafên gelê Kurd ji dest hatiye girtin û li gelê Kurd bêhiqûqî tê kirin. Fahriye Aydin got, “Em vê yekê naxwazin, şermezar dikin. Gel aştiyê dixwaze, lê ew qeyûm tayîn dikin. Ger aştiyê dixwazin çima qeyûm tayîn dikin? Em vê naxwazin, em aştiyê dixwazin. Gelê me bi îradeya xwe bi ser dikeve, lê qeyûm tayîn dike. Em bi vê yekê razî nînin, mafê wan nîne vê yekê li gelê Kurd bikin. Gelê Kurd tiştekî xerab naxwaze, aştiyê dixwaze. “Gelê Kurd ji bilî aştiyê tiştekî nabêje."
'Naxwazin xizmeta gel bikin, dixwazin talanê bidomînin'
Yek ji endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê Tûgçe Ceylan, diyar kir ku qeyûm îradeya gel desteser dikin û diziyê dikin û got, "Eger ê wê qeyûm tayîn bikin, me çima deng da. Çima em çûn hilbijartinan? Sedema yekem ji bo destnîşankirina qeyûm ji bo van bajaran ew e ku ev bajar li ser herêmên sînor in û ya duyemîn jî li îtîdar li dijî dijî sîstema hevserokatiyê ye. Ev jî tê wateya guhnedana temsîliyeta wekhev, ji ber ku qeyûm xwedî zîhniyeta yekparêz e. Bi taybetî jî hikûmet dixwaze têkiliyên şaredariyan bi gel re qut bike. qeyûmê berê yê Amedê ji bo xwe serşo çêkiribû û şirînahî belav kiribû. Ew naxwazin xizmeta gel bikin, lê ji bo berdewamkirina qezenc û talanê li wê ne. Qeyûm mafê zimanê zikmakî yê gelê Kurd jî dike hedef û qeyûm jî dê hewl bide pêşî li xebatên zimanê zikmakî yên li şaredariyê bigire."