Ji bo piştgiriyê hatin Wanê: Em bi we re ne
- 09:03 18 Sibat 2025
- Rojane
Neslîhan Kardaş
WAN - Li dijî tayînkirina qeyûman a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê berxwedana gel dewam dike, jinên ji bajarên cuda hatin Wanê anîn ziman ku ew li dijî polîtîkayên qeyûmê ne. Jinan daxwazên xwe yên aştiyê dubare kirin û diyar kirin ku ew li gel gelê Wanê ne.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan di doza ku di 11'ê Sibatê de dihat darizandin de 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Li ser vê biryarê gelê Wanê li avahiya şaredariyê dest bi nobetê kir. Li gel ku berxwedana gel didome, di 15’ê Sibatê de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin.
Di roja pêncemîn a nobedê de serê sibê saet di 04:00 de avahiya şaredariyê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Girseya ku li avahiyê nobetê digirt bi gaza îsotê û guleyên lastîk mudaxaleyî girseyê kirin. Rojnamegerên li şaredariyê nûçe dişopandin jî di nav de gelek kesî ji aliyê polîsan ve lêdan xwarin û hatin binçavkirin. Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman li tevahiya bajêr dewam dikin, li gelek taxan xwepêşandan heta derengiya şevê dewam dikin.
Ji bo piştgiriyê bidin gelê Wanê ji roja ewil a nobedê ve heyetên ji bajarên cuda tên herêmê.
Jinên ku ji gelek bajaran hatin Wanê diyar kirin ku ew polîtîkayên qeyûman qebûl nakin û diyar kirin ku ew bi gelê Wanê re ne.
Di heman demê de jinan daxwazên xwe yên aştiyê dubare kirin û diyar kirin ku ew ê li dijî vê destwerdana li dijî vîna gel hevgirtina xwe bidomînin.