
ROJEVA 18'Ê SIBATA 2025'AN
- 09:00 18 Sibat 2025
- Rojev
*Ji berê heta niha zextên li ser kurdî di perwerde, siyaset û jiyana rojane de berdewam in. Qedexeyên ku bi Komarê re sîstematîk bûn, bi darbeya 1980’yî girantir bûn û piştî sala 2015’an dîsa zêde bûn. Tevî hemû zextan jî Kurd ji bo zimanê xwe yê zikmakî zindî bihêlin têkoşîna xwe didomînin.
*Jinan bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dan û diyar kirin ku tayînkirina qeyûm di 15’ê Sibatê de jî wateyeke wê ya cuda heye û gotin ku ew ê li hemberî zextan bêdeng nemînin. Jinan diyar kirin ku ger pêvajo li gorî hikûmetê bimeşe dê qeyûm û desteserkirina mafan bidome. DÎMEN HEYE
*Li Kolombiyaya ku ji bo derbaskirina pêvajoyên şer û pevçûnan û di muzakereyên aştiyê de xwedî tecrubeyên girîng e, rola jinan bi bingeha "wekheviya zayendî" xwedî cihekî girîng e. DOSYA
* Li dijî tayînkirina qeyûman a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê berxwedana gel dewam dike, jinên ji bajarên cuda hatin Wanê anîn ziman ku ew li dijî polîtîkayên qeyûmê ne. Jinan daxwazên xwe yên aştiyê dubare kirin û diyar kirin ku ew li gel gelê Wanê ne.
*Jinên li Helebê têkildarî salvegera êrişên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê diyar kirin ku li dijî êrişan ew di berxwedana xwe de bi israr bûn û wiha gotin:"Di roja me ya îro de jî ev taxên me di bin gefande ye lê em jî li berxwe didin. Her ku gef nû dibe soza nûkirina tekoşînê jî tê dayîn."DÎMEN HEYE