Perîwiş Muslimî li girtîgeha Evîn dest bi grevê kir

  • 22:52 17 Sibat 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî Perîwiş Muslimî ji ber rewşa û nebûna doxtoran li Girtîgeha Evîn dest  bi grevê kiriye.
 
Girtiya siyasî Perîwiş Muslimî ya li Girtîgeha Evîn a paytexta Îran Tehranê tê ragirtin, ji ber nebûna doxtor û rewşa li girîgehê dest bi girevê kiriye.
 
Hate ragihandin ku rewşa tenduristî ya Perîwiş Muslîmî ne baş e û gelek nexweşî lê peyda bûye, kêloyên berçav windakiriye. Divê ji derveyî girtîgehê bê dermankirin. Li gel vê rewşê rejîma Îranê qebûl nake ku girtî bi merc bê azadkirin yan jî bê şandina gel doxtoran.
 
Hêjayî bibîrxistinê ye Perîwiş Muslimî Nîsana 2024’an ji aliyê hêzên ewlekariyê ve li bajarê Nur hatibû binçavkirin, piştî 3 rojan hatibû berdan. Piştre li dadgehê bi îdîaya ‘Propagandakirina dijî dewletê, biçûkxistina Xumeynî û Xamineyî, pîlandanîn’ hate tometbarkirin.
 
Piştre 20’ê Tebaxa 2024’an ji aliyê dadgeha Şoreşê ve bi sûcê ‘Komkirin û temaşkirinê’ 2 sal hate cezakirin, dîsa bi tohmeta ‘Biçûkxistina Xamneyî’ jî 1 sal û bi tohmeta ‘Propagandakirina dewletê’ jî 8 meh hate cezakirin.