
Gelê Wanê di nava berxwedanê de ye
- 22:39 17 Sibat 2025
- Rojane
WAN - Piştî desteserkirina îradeyê berxwedana ku li Wanê didome, tevahiya şevê li taxan dewam kir.
Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin, çalakî tevahiya rojê dewam dikin. Berxwedana gelê Wanê heta danê êvarê dewam kir. Li gelek taxên bajêr desteserkirina îradeyê tê protestokirin, welatiyan bi agir û dirûşmeyan li dijî qeyûman dengê xwe bilind dikin.
Polîsan bi ava şid, gaza îsotê û guleyên pllastîk mudaxeleyî çalakiya li taxan kirin, welatiyan jî li berxwe dan.