Daxuyaniya li dijî qeyûm: Hûn ê teqez bên darizandin
- 21:10 17 Sibat 2025
- Rojane
WAN - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin daxuyaniyeke çapemeniyê da. Hevserok Neslîhan Şedal di daxuyaniyê de axivî û got, "Hûn ê teqez bên darizandin."
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê têkildarî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên bajar û navçeyan, parlamenterên herêmê, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de timî dirûşmên, "Bijî berxwedana gelê Wane", Abdullah Zeydan vîna me ye, "Neslihan Şedal vîna me ye" hatin qîrîn. Li ser navê platformê Engîn Işik nivîsa çapemeniyê xwend.
'Tişta ku hikûmeta AKP'ê kir, eşkere desteserkirina îradeyê ye'
Engîn Işik, da zanîn ku hikûmeta ku mafê dengdanê û hilbijartinê yê gel nas nake, hilbijartiyan bi bikaranîna sîstema hiqûqî ya çekê ceza dike û got, “Tişta ku hikûmeta AKP’ê kir, qeyûm tayînî şaredariyan kir û piştre ji bo gel mafên xwe yên demokratîk bi kar neyne, 15 roj qedexe li ser Wanê ferz kir. Ji bo vê jî divê bi zelalî bê gotin ku hikûmeta AKP'ê ev demeke dirêj e bi rêbazên xespkirina îradeyê welat bi rê ve dibe. Tayînkirina qeyûman ku hevdem ligel pêvajoya çareseriyê ya dawîn a li Tirkiyeyê pêk tê, di derbarê samîmiyeta hikûmetê de pirsên cidî derdixe holê. Ji aliyekî ve dema behsa pêvajoya çareseriyê û pêwîstiya aştiyê tê kirin, li aliyê din ji kar dûrxistina şaredarên ku hatine hilbijartin û li şûna wan qeyûm tayînkirin, di warê rewabûna demokratîk de nakokiyeke mezin derdixe holê.
'Alîyê me jî aliyê gel e'
Piştre Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Ahmet Karagoz axivî û got, "Alîyê me jî aliyê gel e."
'Em bi hemû hêrs û dilê xwe şermezar dikin'
Ji Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Coşkun Oztercîh, diyar kir ku biryara ku hatiye dayîn ne li gorî aqil, wijdan e û ne hiqûqê ye û got, "Hemû aktorên desthilatdariya siyasî yek tiştî dibêjin: 'Yê bi sindoqan tê, bi sindoqan re jî diçe', lê mixabin em vê yekê nabînin. Em vê biryara ku aqil, wijdan û exlaq nikare rave bike, bi hemû hêrs û dilê xwe şermezar dikin. Em heta dawiyê piştgiriyê didin berxwedana gelê Wanê.”
Neslihan Şedal: Teqez dê bên darizandin
Neslihan Şedal diyar kir ku bajar ji 15’ê Sibatê û vir ve di bin dagirkerî û desteserkirinê de ye û got, “Îro îradeya gelê Wanê bi helwesteke dagirkeriyê tê dizîn. Polîsên AKP'ê rê nadin ku gel bertekên xwe yên demokratîk bikar bînin û li kolanan her kesê ku dibînin îşkence dikin. Ji ber ku ew jî hevparê sûcê AKP'ê ne. Yek ji wan guh nade wijdanê xwe. Hemû alîgirê vî sûcî ne. Lê hûn hemû dê rojekê hewcedarê edaletê bin. Hûn ê bê guman werin darizandin.”
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.