‘Em ê tundiya li ser kesên hatine hilbijartin teşhîr bikin’

  • 20:27 17 Sibat 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJA'yê li dijî tundiya li ser parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal a di dema çalakiyên protestoyî yên li Wanê dewam dike de daxuyanî da û got, " Em ê tundiya li ser kesên hatine hilbijartin teşhîr bikin.”
 
Nerazîbûnên li dijî qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bûye, li tevahiya bajêr dewam dikin. Polîsan êrîşî daxuyaniya îro kirin û gelek kes di bin îşkenceyê de binçav kirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal ji aliyê polîsan ve lêdan xwar.
 
Li dijî tundiya polîsan a li ser Newroz Uysal, Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyaniyeke nivîskî weşand.
 
TJA’yê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em ê tundiya li ser kesên hatine hilbijartin teşhîr bikin. Em weke jinên Kurd soz didin ku di şexsê Newroz Uysal de, em ê ji her demê bêhtir li ber xwe bidin. Bi berxwedana xwe ya li dijî zilm û faşîzma we em ê bi ser bikevin, jin wê bi ser bikevin!”