
Dirûşma 'Ji Îmraliyê re hezar silav' li Wanê deng veda
- 14:15 17 Sibat 2025
- Rojane
WAN - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di daxuyaniya li dijî desteserkirina îradeyê ya li Wanê de axivî, diyar kir ku ew di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û got, "Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ji bo vê firsenda dîrokî gavek avêt û divê bê parastin. Ji vir ji Îmraliyê re hezar silav."
Berxwedana ku bi rojan e li bajêr li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê didome. Yek ji çalakiyan li Parka Feqiyê Teyran a navçeya Reya Armûşe ya Wanê hat lidarxistin. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), hevşaredarên Wan û Sêrtê yên ji aliyê qeyûm ve hatine tayînkirin, nûnerên Rêxistina DBP'ê yên Amed, Mêrdîn, DEM Partî û DBP'ê yên bajar û navçeyan, nûnerên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" û "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" hatin qîrîn.
'Diz wê herin'
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ê qeyûm li şûna wî hat tayinkirin, got, "Berxwedana we bersiveke dîrokî ye. Hûn bi ço û gaza bîberê hewl didin gel bitirsînin, lê hûn nikarin vîna vî gelî bişkînin. Em ê jî xwedî li gelê xwe derkevin. Diz wê herin. "
'Silav ji Îmraliyê re'
Çîgdem Kiliçgûn Uçar got, "Dewlet deyndarê gelê Kurd e" û wiha got: "Divê hikûmet vê pencereya demokrasiyê paşguh neke. Di vê pencereyê de azadiya gelê Kurd heye. Di vê pencereyê de îradeya aştiyê heye û hêviya gelê Kurd ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Li dijî vê dagirkeriyê bi hezaran silav ji bo Îmraliyê. Em ê berxwedana xwe bidomînin. Em bi rastiya gel a piştî plana hilweşînê li berxwe dide dimeşin. Em kêfxweş in ku gelê Wanê bi rojan e ji bo siyaseta demokratîk li qadan e."
Piştî daxuyaniyê girseyê bê navber dirûşmên "Silav, hezar silav ji Îmraliyê re", "Bijî Serok Apo" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin.