Li Creilê jin xwe ji Greva Jinê ya 8'ê Adarê re amade dikin

  • 14:09 17 Sibat 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên li bajarê Creil ê Fransayê ji bo birêxistinkirina Greva Jinê li hev kom bûn ku wê di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bê lidarxistin.
 
Bi banga Yekîtiya Jinan a Sosyalîst (SKB) jin li hev kom bûn û daxwazên têkoşîna azadiya jinê û girîngiya grevê nîqaş kirin.
 
Di civînê de nûnera SKB'ê dîroka 8'ê Adarê bi bîr xist û diyar kir ku sîstema kapîtalîst a bi serweriya mêr hewl dide têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan bitepisîne.
 
Nûner SKB'ê ragihand ku di rojah eyî de jî şer, xizanî û koçberî li jinan tê ferzkirin.
 
Di civînê de hate ragihandin ku jin wê li hemberî hemû êrîşan bi greva jinê serî hildin û hate gotin, "Jin berxwedaneke giştî bi rêxistin dikin. Ji ber vê yekê jî ev di heman demê de xeteke xweparastinê ye. Em ê bi birêxistinê hêz û piştevaniya xwe mezin bikin. Em ê Greva Jinê birêxistin bikin."
 
Jinên ku beşdarî civînê bû soz dan ku 8'ê Adarê kombûn û grevê bi hev re birêxistin bikin.