Abdullah Ocalan çima meclîsê nîşan dide?

  • 09:04 17 Sibat 2025
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN-Tevî ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşniyarên xwe bi heyeta DEM Partiyê re parve kiribû, desthilatdariya AKP’ê hîna tu gav navêtiye. Nêrînên Abdullah Ocalan yên salên borî yên der barê rola meclîsê û nîqaşên destura bingehÎn de îro jî nîşan didin ku divê çareserî çawa be.
 
 Di 28’ê Kanûna 2024’an de heyeta ku parlametnerên Partiya Wekhevî û Dekrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureya Onder di nav de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Heyetê pêşniyara 7 xalî ya Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê ragîhand, bi rayagiştî re parve kir. PiştÎ hevdîtiann nîqaşên der barê çarseriyê de zêde bûn. Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye der barê çareseriya pirsgirêka Kurd e pêşiya derfeta dîrokî vekir.
 
Tevî hewldana çareseriyê ya Abdullah Ocalan, AKP’ê heta niha gavek şênber navêtiye. Abdullah Ocalan der barê çareseriyê de bal dikşîne sre rola meclîsê û sererastkirinên qanûnî û heman dem êd e li ser destureke bingehîn a di asta wekheviyê de. Abdullah Ocalan der barê nîqaşên destura bingehîn de, nirxandinên di 2010-2011’an de bi parêzeran re kiriye de rojevîbûna xwe diparêze. 
 
Konvansiyon û meclîsa destura bingehîn
 
Abdullah Ocalan di sala 2010’an de der barê destura bingehîn de Konvansiyona Destura Bingehîn a Demokratîk û meclîsê pêşniyar dike û diyar kir ku ev meclîs dikare ji 500 kesî pêk bê. Abdullah ocalan diyar ki rku divê ji 7 herêman ji her alî nûner hebin û bi vî awayî dikare desturek bingehîn a demokratîk ava bibe.
 
 Destura Bingehîn ne karekî wisa hêsane
 
Abdullah ocalan di hevdîtinê de baldikşîne ser girîngiya destura bingehîn û wiha dibêje: “Meseleya destura bingehîn  ne ew qas hêsan e, ne pûç e, ne qertek e. Destûra Bingehîn ev e: Destûra bingehîn têkiliyên hêzên serdest ên bi hev re û têkilî û hiqûqa gelan bi wan re bi rê ve dibe. Ji ber vê yekê pir girîng e. Helwesta me ya derbarê destûrê de ev e: Destûr peymaneke civakî ye, bi daxwazên hevpar ên civakê hatiye afirandin.” 
 
Li ser destura bingehîn a 1921’ê sekinî
 
Abdullah Ocalan wiha vegot: “Di Destûra Bingehîn a 1921’an de kêmasiyên wê hebin jî, ev xislet nîşan dide. Ya girîng ew e ku bibe dengê çîn, kom û beşên ku di destura bingehîna heyî de derfeta îfadekirina wan tune ye. Ya girîng ew e ku mafên bi milyonan feqîr û kedkaran bi destûra bingehîn bête garantîkirin. Destura bingehîn ya heyî daxwaza mîlyonan piştguh dike.”
 
Divê meclîs biryarê bigire
 
Abdullah Ocalan ligel pêşniyarên nîqaşen destura bingehîn balkişand ser rol û mîsyona meclîsê. Abdullah Ocalan wiha vegot: “Ji bo piştgiriyê bidim pêvajoyê wê meclîs biryarê bigire û pêşiya min vebike.Ez jî  bi gel re bi aliyên siyasî re têkiliyê deynim û wan îqnayê vê pêvajoyê bikim. Ez vê hêzê bi xwe re dibînim. Komîsyona Edalet û Lêkolîna Heqîqetan berê hat ceribandin û bi ser ket, û li Afrîkaya Başûr û Amerîkaya Latîn bi serkeftî hate bicîh kirin. Pir girîng e ku Meclîs ji bo çareserkirina pirsgirêkê însiyatîfê bigire dest. Berê jî Meclîsê li ser îsyana Koçgiriyê biryarek hevpar dabû. Rêya lihevkirinê hilbijart. Meclîs wê dîsa ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêşniyaran bike. Û ew pêşniyar dê bêne bicihanîn. Mafên Kurdan wê bi destûra bingehîn werin misogerkirin. Eger di makezagonê de xaleke yekalî ya ku dibêje “destûr maf û çanda kurdan misoger dike” hebe, çareserî pêk tê. Min ev temînata destûrî ev demeke pir dirêj e îfade dikim. Min di salên 90’î de jî ev yek anî ziman. Ne bi gavên sexte û sexte yên mîna TRT-6 an jî bi qursan, divê mafên resen ên demokratîk bên parastin.”
 
‘Ger bixwazî rol bigirî’
 
Abdullah Ocalan di hevdîtinê got divê meclîs rola xwe bilîze û wiha vegot: “Ger hûn dixwazin ez rol bigirim, divê hûn di derbarê min de biryarekê li parlamentoyê bidin. Li cîhanê mînakên vê hene. Ez nikarim di van şert û mercan de tevbigerim. Divê ez xwe bigihînim gerîla. Dema ez li ser van pirsan diaxivim wek tawan tê dîtin, ez nikarim bi serbestî biaxivim û danûstandinê bikim, lewra eger ji min were xwestin ku di çareserkirina pirsgirêkan de rola xwe bilîzim, divê parlamento li ser vê pirsê biryara prensîb ji bo min bide.”