‘Em ê xizmeta ji bo gelê xwe bidomînin’
- 18:31 12 Sibat 2025
- Rojane
WAN - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan di civîna meclîsa şaredariyê de axivî û got: “Em ê hewl bidin ku hêjayê gelê xwe bin. Kes ji me ne xurtire, ji ber kes bi qasî me ne mafdare.”
Li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan 3 sal û 9 meh cezayê hefsê hate birîn û piştî vê li dijî cezayê hatiye dayin, li pêşiya şaredariyê çalakiya nobetê hate destpêkirin.Civîna Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi tevlibûna hevseroka giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmoglullari, hevseroka gitşî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar pêk hat.
‘Me her tim heqîqet parast em ê biparêzin’
Hevşaredar Abdullah Zeydan di civînê de axivî û got: “Ev 10 mehe em di rêveberiyê de ne û xizmetê didinge lê xwe. Bêguman li dijî fedekariya gelê xwe em çi bikin kêm dimîne. Me di vê demê de nîşan da ku çavkaniyên gel çaw ji xizmeta gel re tê kirin. Em her tim bi pêkanînên dijdemokratîk re hatin rû hev. Lê gelê me her tim xwedî lê derket. Em ê xizmeta ji bo gelê xwe bidomînin. Em ê hewl bidin ku hêjayê gelê xwe bin. Kes ji me ne xurtire, ji ber kes bi qasî me ne mafdare.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.