
Jinên Sêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan
- 17:44 12 Sibat 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi tevlibûna sedan kesî bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî’ Komploya Navneteweyî hat şermezarkirin.
Gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Kongra Star ev meş organîze kir.Meş ji çerxerêya duyemîn a taxa Eşrefiyê dest pê kir û li kolanên taxa sereke ya taxê geriya.
Li nêzî benda kontrola ya Eşrefiyê vegerî mîtîngê. Li wir endama Koordînasyona Kongra Star Reyhan Elo û axivî û wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherand navendeke zanist û zanînê. Êdî fikra wî ji bo gelên bi demokrasîk û azadiya civak û jinê bawer in, bû ronahî."
Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman jî axivî û diyar kir ku dewletên ku beşdarî komploya li dijî Abdullah Ocalan bûne, xwestin gelê Kurd û doza wî tune bikin.