Li Qamişlo li dijî komployê meşa jinan

  • 13:02 12 Sibat 2025
  • Rojane
   
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi beşdariya bi hezaran jinên ji bajarên cuda yên kantona Cizîrê, bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî, li bajarê Qamişlo meşa girseyî ya jinan pêk hat. 
 
Piştî ku jin ji bajar û bajarokên Hesekê, Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Çilaxa, Til Hemis, Amûdê, Şedadê, Til Temir, Dirbêsiyê, Til Koçer û Til Birakê gihaştin bajarê Qamişlo, meşa girseyî ya jinan a ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pêk hat. 
 
Meşê ji du aliyan ve dest pê kir; komek ji Çerxerêya Pîşesaziyê û koma din jî ji Çerxerêya Sêfan bi rê ket. Tê payîn ku girse li Stadyuma Heysem Kiço kom bibe û ji hêla gelek rêxistinên jinan ve peyam werin dayîn.
 
Meş ji aliyê Kongra Star ve bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî, Serkeftin li hember hemû komployan” tê lidarxistin.