Tabela ku wêneyên Gulistan û Hêro li ser bû hat xerakirin

  • 11:28 12 Sibat 2025
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEAYAN - Tabela ku wêneyên cangoriyên çapemeniya azad Gulistana Tara û Hêro Bahadîn li ser bû û navê wan li cadeyek navçeya Seyîdsadiqê hatibû kirin, ji aliyê hin destên tarî ve hat xirakirin û şewitandin.
 
Roja 10’ê Sibatê bi tevlîbûna gelek rojnamevan û çalakvanên siyasî li ser rêya nêzîkî navçeya Seyîdsadiq ya ser bi Silêmaniyê wêneyên Şehîdên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li cihê lê jiyana xwe ji dest dabûn hate danîn û ji bo ku tim bên bîranîn navê ‘Cadeya Rojnamevanên Şehîd Gulistan Tara û Hêro Behadîn’ li cadeyê hat kirin.
 
Li gor agahiyên ku nûçegihanê ajansa ROJNEWS'ê dane, tabloya ku wêneyên her du şehîdan li ser bû, hatiye xirakirin û piştre jî hatiye şewitandin.
 
Hêjayî bibîrxistinê ye 23’yê Tebaxa 2024’an di encama êrişeke balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagiker ya li Seyîdsadiq a Silêmaniyê karwanê rojnamevanan bû hedef û di encamê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn şehîd bûn û gelek rojnamevan birîndar bûn.