'Berxwedana me heya vegera Efrînê ye'

  • 09:19 5 Sibat 2025
  • Rojane
   
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên li Helebê têkildarî rewşa şêniyên ji Efrîn û Şehbayê bi darê zorê koç kirine û têkoşa wan wiha gotin:""Tevî zor û zehmetiyên ku di dema koçberiyê de em jiyan, tevî koçberiya duyem dîsa jî em bi israr in xebat û têkoşîn xwe heya vegera li Efrînê dewam bikin."
 
Bi dirûşmeya "Li hember dagirkerî û qirkirinê em ê berxwedana jinên Efrîn û Şehbayê bi ser xin" Koordînasiyona Kongra Star a bajarê Helebê panêlek li dar xist. Jinên tevlî panelê bûn nirxandin kirin. 
 
'Di cîhanê de rewşa Efrîniyan ji nedîtîve hat' 
 
Endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Helebê Rîhan Elo da zanîn cîhanê rewşa Efrîniyan nedît û wiha got :"Têkildarî rewşa ku li kantona Efrîn-Şehbayê hat qewimandin me ev panêla xwe li dar xist. Armanca me ew e ku em carek din balê bikşînin ser êş û astengiyên ku gelê Efrînê tê re derbas bûne û bi taybet rewşa jinê û astengiyên ku gelê Efrînê tê re derbas bûn. Rewşa Efrîniyan di nava cîhanê de ji nedîtî ve hat."
 
Têkoşîna me domdar e
 
Di dawiya axaftina xwe de Rîhan Elo got:"Ji bo ku em carek din di qirkirinê re derbas nebin biryar hat standin ku em ji Şehbayê derkevin lê belê derketin nebû sedema ku em îro terka têkoşîna xwe ya di oxira rizgarkirin û vegera li Efrînê bikin."
 
Koçberiya du caran 
 
Di heman demê de Yesmîn Ebdullqadir ku ew jî ji Şehbayê koçber bûye wiha têkildarî berxwedana gelê Efrînê axivî:"Di sala 2018'an de dema ku dewleta Tirk êrîşên xwe bi ser gel de 58 rojî me berxwedanek bê navber kir. Em bi darê zorê koçberî kantona Şehbayê bûn lê belê 8 sal berxwedana me li Şehbayê di bin şert û mercên herî giran de li xweşiya dewleta Tirk û çeteyên wê nehat û carek din bi darê zorê em ji kantona Şehbayê koçber bûn."
 
'Gelê me serî netewand'
 
Yesmîn Ebdullqadir bi lêv kir ku li dij êrişan ew ê tu carî serî netewînin û wiha pê de çû:"Di nava kantona Efrîn-Şehbayê de tevî êrîşên beredewam ên dewleta Tirk û dorpêça hikumeta Şamê her wiha astengiyên jiyanî lê me rêxistina xwe ava kir. Me xwe kir mertala zindî û 8 sal me berxwedana xwe dewam kir. Ji tunebûnê me hebûn afirand. Dema em ji Şehbayê derkevin me gelek êş û azar dîtin. Gelek gotinên ne baş ji me re hat kirin xwestin bi vî awayî gel radest bibin lê gelê me serî li ber hemberî wan netewandin."
 
'Berxwedana me heya vegera Efrînê ye'
 
Di dawiya axaftina xwe de wiha Yesmîn Ebdullqadir da zanîn ku heya ew venegerin warê xwe wê berxwedana xwe nedin terkandin:"Em ber bi ku ve çûn me dest ji rêxstinbûna xwe berneda. Îro jî em bangawaziya xwe ji ti dewletên derve re nakin ku parastina me bikin. Ji ber ku di Şehbayê de Rûsya û Îran hebûn lê tu kesî parastina me nekir lewma baweriya me tenê bi hêza me heye. Berxwedana me heya vegera Efrînê berdewam e."