'Divê kujerên jinan di rêveberiyê de cih negirin'
- 09:08 5 Sibat 2025
- Rojane
Mîdye Miqted
HELEB - Jinên li Helebê bal birin ser rêveberiya nû ya li Sûriyeyê û wiha gotin:"Di vesazkirina hikumeta nû de cih nedan jinê. Berovajî wê kujerên ku destê wan di xwîna gel û bi taybet ya jinan de hene cihê xwe di hikumetê de girtin. Em jî vê yekê red dikin."
Partiya Sûriya Pêşeroj bi dirûşmeya "Pêşeroja Sûriyeya ber bi ku ve? " Komxebatek şêwrî li dar xist. Ev komxebat li hola Mediya ya ku dikeve taxa Eşrefiyê bi beşdarbûna 17 partiyên ji hemû paytextên Sûriyeyê hat lidarxistin. Jinên ku di komxebatê de amede bûn wiha gotin:"Divê rol û misyona jinê di nava Sûriyeya nû de were tesbîtkirin. Em kujerên ku destê wan di xwîna gel û jinan de hene bi carekê napejirînin ku cihê xwe di hukumeta nû de bigirin. Ji bo Sûriyeyek demokratîk em têdikoşin."
'Nêrîn pêşkêş kirin û guhdar kirin'
Hevseroka Partiya Sûriya Pêşeroj Kewser Doko têkildarî komxebatê û avakirina Sûriyeya nû axaftina xwe ji ajansa me re kir û wiha dirêjî da axaftina xwe:"Di vê komxebata me de me hemû partiyên siyasî ku di nava Sûriyeyê de xebatê dikin vexwend komxebata xwe da ku em bi hev re rewşa Sûriyeya nû nîqaş bikin. Her wiha li vir hejmarek baş a siyasetmedar, rewşenbîr û hiqûqnasan amade bûn. Ya girîng ji bo me ew bû ku em nêrînên xwe ji bo Sûriyeyek nû pêşkêş bikin. me li nêrînên haziran jî guhdar kir."
'Kar û xebat ji bo Sûriyeyek ne navendî ye'
Kewser Doko da zanîn ku divê Sûriyeya nû ber bi rewşek demokratîk ve biçe û wiha dom kir:"Nîv sedsal di ser Sûriyeyê re derbas bû lê bi ferzkirina dîktatoriyê ya li ser gel Sûriye hat dagirkirin. Ji vir û pêş de divê Sûriyeya nû bi demokratîkbûnê derkeve pêş. Jixwe yek ji rêgezên me yên sereke jî ev e ku em Sûriyeyek ne navendî û demokratîk ava bikin. Jixwe kar û xebata me jî li ser wê esasê ye."
Armanca komxebatê
Kewser Doko di destpêkê de da zanîn komxebatên derbarê mijarên jinan de girîng in û wiha got:"Ev yekem komxebat li ser asta Sûriyeyê tê çêkirin, weke nêrînên ku ji vê komxebatê derketine ew e ku ev nebe komxebata dawî. Lê bi berdewamî werin çêkirin da ku em bi hev re bigihêjin encamên ku tên xwestin. Divê hemû Sûriye bi aramî bi hev re bijîn û di qadên aborî, siyaî de yek dest bin. Di destûra nû de divê nêrîna her aliyekî were girtin, di nav de ya jin, ciwan, partiyên siyasî û nêrîna civakê jî bên girtin. Encax bi vî awayî Sûriyeyek nû were avakirin."
'Rola jinê nîn be demokrasî jî nîne'
Di berdewamiya axaftina xwe de Kewser Doko da xuyakirin ku Sûriyeyek rengê jinê tê de nîn be wê nebe Sûriyeyek demokratîk û wiha lê zêde kir:"Di nava avakirina welatekî nû de heger rola jinê tê de nîn be wê nebe Sûriyeyek demokratîk û azad. Teqez wê bi destê welatiyên Sûriyeyê ev dîktatoriya heyî bi dawî bibe."
'Kujer wê nikaribin Sûriyeya nû bi rê ve bibin'
Têkildarî kujerên ku destê wan di xwîna gel de hene û niha di Hikumeta nû de hatine erkdarkirin wiha Kewser Doko wiha got:"Beriya çend rojan desthilatdariya Şamê rêvebirên xwe ava kir lê mixabin kujerên ku destê wan di xwîna gel de hene cihê xwe di desthilatdariyê de girtin. Bi taybet kujerê bi navê Hatim Ebo Şeqra ku rasterast destê wî di kuştina Hevrîn Xelef de hebû her wiha Ebo Emşa yê ku destê wî di xwîna gelekî de û di talankirin û dizîna mal û milkên Efrîniyan de heye ew jî hatibû tayinkirin. Em bi carekê van kesayetan di nava hikumeta nû de napejirînin û em wan bi yek carê red dikin. Li dijî hebûna van kesayetan şer bikin. Kesayetên kujer wê nikaribin Sûriyeya nû bi rê ve bibin."
'Kujeran di hikumetê de cih girtin'
Di hema demê de Endama Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Helebê Zelox Reşîd jî axaftina xwe ji ajajnsa me re kir, di destpêkê de bal kişand ser komxebatê û wiha dirêjî da:"Bi amadebûna gelek partiyên siyasî nêrîn derbarê çawaniya Sûriyeya nû de hat dayin û hat parvekirin. Lê di îlankirina hikumeta nû ya Sûriyeyê de kesayetên ku bi kujertiya xwe tê nasîn hatin erkdarkirin. Wekî kujer Hatim Ebo Şeqra ku sekretira giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef li ser destê wî hat qetilkirin. Ne tenê ew lê belê Ebo Emşa jî ku hemû kes dizane çiqas kiryar derheqê gelê Efrînê de pêk aniye."
'Nebûna cihê jinê ji bo me metirsiyek e'
Zelox Reşîd da zanîn ku nebûna cihê jinê ya di destûra nû de metirsiyek e û wiha pê de çû:"Di sazkirina hikumeta nû de rengê jinê qet nîn bû ev jî ji bo me û civakê metirsiyek e lewma daxwaza me ew e ku em li hevdu rûnin û li ser van daxwazan tekezî bikin ji ber ku bi yek carê em napejirînin ku kesên ku destê wan di kuştina gelê Sûriyeyê û jinan de heye di hikumeta nû de cihê xwe bigrin."
'Divê jin neyên paşguhkirin'
Zelox Reşîd da zanîn divê jin di her qadê de cih bigire, neyên paşguhkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe:"Yên ku di nava şoreşa Sûriyeyê de bû qurban û yên ku herî zêde ked da û fedayitî kirin jin bûn. Divê rola jinê neyê paşguhkirin, divê rengê jinê di her alî de hebe. Her wiha heya ku Sûriyeyek demokratîk were avakirin divê jin neyê paşgukirin. Çimkî di têkbirina DAÎŞ'ê de rola Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) a herî sereke bû, lewma di nivîsandina destûra nû de divê jin jî cihê xwe tê de bigire. Divê rûniştinên me yên bi hevdu re zêde bibin da ku em bi hev re bighêjin yek nêrînê ku hemû Sûriyeyê di nava xwe de bihewîne."