Tunekirina bîra gel (3)

  • 09:05 5 Sibat 2025
  • Dosya
 
 
Polîtîkayên tunekirina nasnameyê
 
Dîlan Babat
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Înîsiyatîfa ji Miriyan re Rêz Girtin û Edalet Derya Aydin, têkildarî êrişên li ser goristanan axivî û got: “Ev mijar tenê di çarçoveya hiqûqî de nayê nîqaşkirin. Ev mijarek polîtîk û etîk e. Der barê rêzdariya li hember miriyan qanûn hene lê yên heyî jî nayê pratizekirin." 
 
Goristan ne tenê cihên ku mirî lê têne veşartin, her wiha qadên pîroz in ku ji bo parastina hafizeya civakî, çanda şînê û hişmendiya nasnameyê tevkariyê dikin. Lê belê êrişên li ser goristanên Gelê Kurd bûye parçeyek ji polîtîkaya sîstematîk a ku ne tenê tunekirina fizîkî, di heman demê de tunekirina bîrê, binpêkirina mafê şînê û tunekirina nasnameya çandî armanc dike. Ev êriş ne tenê mafê şîna kolektîf a Kurdan bin pê dikin, di heman demê de ji bo hafizeya civakî jî tehdîd dikin. Mudaxeleyên li goristanan bi zanebûn polîtîkaya asîmîlasyon û înkarê ya bi armanca qutkirina têkiliya Gelê Kurd a bi rabirdû û têkoşîna wî re tîne.
 
Endama Endama Înîsiyatîfa ji Miriyan re Rêz Girtin û Edalet Derya Aydin, di vê beşa dosyayê de ji ajansa me re axivî û bal kişand ser bandora êrişên li ser goristanan û mafê şîna kolektîf. 
 
* Êrişên li hember goristanan bandorek çawa li ser gel dike? Ev êriş di mijara parastina hişê civakî de tehdîdên çawa ava dike?
 
Êrişên li hember goran li hember Kurdan e. Bi taybet êrişê gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane. Ev mirinên polîtîk in. Ji ber vê jî ya tê binpêkirin û êrişkirin jî hişê civakî ye. Ev hişê aydê berxwedêran e. Mijara şîna kolektîf; derbarê mirinên kolektîf yên Kurdên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane. Pêvajoya aştiyê ya 2013-2015’an de li navçeyan goristan hatin avakirin. Kesên li van goristanan hatin definkirin yên navbera salên 80’ê û 2000’î de di pevçûnan de jiyana xwe ji dest danebûn. Aydê PKK’iyan bû. Wê pêvajoyê cenaze hatin komkirin û hatin definkirin. Min navbera 2015-2017’an de lêkolînek kir. Wê demê şîna kolektîf derket holê. Mirovan hezkiriyên xwe defin kiribûn û diçûn ser gora hezkiriyên xwe. Ev cih veguherîn warê hiş. Goristana Dêrsîmê jî wek warê hiş hat avakirin. Kesên di salên 90’î de jiyana xwe ji dest dabûn, kesên di komkujiyên 38’an de jiyana xwe ji dest dabûn hatibûn definkirin. Wêneyên şoreşgeran li ser goran hebûn. Ew hiş li hemû welat belav dibû. Êrişa li hember goristana tê wateya hişê civakî.
 
"Ev mijar tenê di çarçoveya hiqûqî de nayê nîqaşkirin. Ev mijarek polîtîk û etîk e. Ev tundiyeke bi qasî dîroka mirovahiyê kevnar e. Binpêkirina mafê şînê, definkirinê îro dernakeve pêş me. Der barê vê de mekanîzmayên cuda yên navneteweyî hene. Der barê rêzdariya li hember miriyan qanûn hene."
 
* Di hiqûqa navneteweyî de derbarê êrişên goristanan û binpêkirina mafê şînê de çi rêzikname hene? Qanûnên heyî yên li Tirkiyeyê di vî warî de bes in?
 
Me Însiyatîfa Rêzgirtin û Edaletê ya ji bo Miriyan di 2021’ê de dest bi xebatan kir û em sê sale aktîf dixebitin. Me gelek panel û konferans pêk anîn. Me li ser vê nirxandin kir. Di 2016’an piştî şer ji nû ve dest pê kir, tevlibûna cenazeyan wek sûc hat dîtin, der barê parlamenteran de fezleke hat amadekirin, îdianame li rojnamegeran hat amadekirin. Ev mijar tenê di çarçoveya hiqûqî de nayê nîqaşkirin. Ev mijarek polîtîk û etîk e. Ev tundiyeke bi qasî dîroka mirovahiyê kevnar e. Binpêkirina mafê şînê, definkirinê îro dernakeve pêş me. Der barê vê de mekanîzmayên cuda yên navneteweyî hene. Der barê rêzdariya li hember miriyan qanûn hene. Di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de xal hene. Lê ev bi tena serê xwe têr nakin. Înstiyatîfê di panela hiqûqê de gelek mijar anîn ziman. Der barê mafê mirî de derxistina qanûnekê hema hema bê derfet e. Qanûnên heyî jî ji xwe pêk nayê. 
 
* Êrişên li ser cenazeyên Gelê Kurd di aliyê nasname û dîrokî de tê çi wateyê? Gelo ev êriş bi polîtîkayên asîmîlasyonê yên çandî ve girêdayî ne?
 
Êriş girêdayê gelek sedemane. Ya esas jî parçeyek siyastiye. Ji salên 1900’î heta niha ev êriş didome. Di 1914’an de bi destpêkirina serhildana Bedlisê re, li Koçgirî, Dêrsîm, Amed, Zîlanê komkujiyên mezin pêk hatin û pêşengên Kurdan hatin darvekirin, cihê gora pêşengên Kurd Şêx Saîd, Seyidê Nursî, Seyid Riza nayê zanîn. Ji wê rojê de li dijî qetilkirinê li Kurdistanê çanda xwedîderketina li beden hat afirandin. Navbera salên 80 û 90’î de mirinên komî hatin jiyîn. Cenaze nedihatin radestkirin. Piştî 2000’î şûnde saziyên wek ÎHD’ê dest bi lêkolînan kirin. Gorên komî hatin tespîtkirin. Di windakirinan de avêtine çalan û li ber çeman hatine çalkirin. Li Kerboranê jî avêtine çalan ev hatin dîtin. Hatin tespîtkirin. Kurd jî xwedî li miriyên xwe derkevin. Hatin gel hev û têkoşîn dan. MEYADER, MEBYA Der, malên şînê hatin avakirin. Xwedî hişê xwe derketin.
 

"Rêya yekem a afirandina van mekanîzmayan ew e ku di qada giştî de bi hev re nîqaş bikin û di bersivê de zimanekî hevpar bikar bînin. Ji bo dawî li vê şîdetê bê kirin û mekanîzmayek çêbibe pêwîst e li ber xwe bidin."

 
* Ji bo parastina maf divê kîjan mekanîzma bikevin dewrê?
 
Girîng e li ser mirina siyasî bifikire ku li dijî wê mekanîzmayek were afirandin. Divê em bi têgînên rast qala vê bikin. Li Tirkiyeyê behsa êrişa li ser cenazeyên endamên PKK’ê yan jî ji bilî Tirk, mêr û suniyan tê kirin, lê bi awayekî rewa tê axaftin. Ji xwe zimanê ku di medyaya civakî û TV de tê bikaranîn vê yekê rewa dike. Fîlê mirinê jî nayê bikaranîn, fîl wekî ku bêbandor bûne tên bikaranîn. Ev yek tenê li Kurdistanê çêbibe jî, pêwîst e heman têkoşîn were meşandin. Jin bi salan e dibêjin ku pevçûnan kuştina jinan zêde kiriye. Tundûtûjiya li dijî laşê mirî tundûtûjiyek din vedike. Li dijî nîşandana tazî ya cesedê jinekê îtîraz nekirin rê li ber şîdetên din vedike. Rêya yekem a afirandina van mekanîzmayan ew e ku di qada giştî de bi hev re nîqaş bikin û di bersivê de zimanekî hevpar bikar bînin. Ji bo dawî li vê şîdetê bê kirin û mekanîzmayek çêbibe pêwîst e li ber xwe bidin. Ji bo ku ev zihniyet bê guherandin divê weke karekî teknîkî neyê dîtin, divê li ser têgînên siyasî nîqaş û xebat bên kirin.
 
* Em li van hemûyan dinêrin peyamek siyasî ya çawa heye?
 
Em di bîranînan de xwedî lê derkevin, ev rewşek e ku polîtîkayên me dirust dike. Rewşa Ermeniyan ev e. Dîroknas Eriz Semerjiyan li ser qirkirina Ermeniyan lêkolînek li ser mirina ermeniyên ku sirgûnî Dêreyzorê bûne kir. Behsa ayînên hecê yên Ermeniyan dike. Ermeniyên ku piştî qirkirinê çûne deverên cuda yên cîhanê, vedigerin Dereyzorê û weke cihê bîranînê bikar tînin. Bi hev re hestî berhev dikin û dibin cihên ku diçin û li wir bîranînekê çêdikin. Ew têgehek mîna bîranîna hestî bikar tîne. Tevî ku sedsalek derbas bûye jî îro jî bandorê li jiyana mirovan dike. Rewşa pêşengên ku ji demên berê ve em nikarin bi wan re rû bi rû bimînin û em nikarin gorên wan bibînin, bandorê li jiyana me ya rojane dike. Hîn jî weke ruhekî, weke berxwedanê li Kurdistanê digere. Heya niha jî lêkolînek li ser çi encamên şer û pevçûnan li Kurdistanê nehatiye kirin. Gelek lêkolînên wekî raporkirina berfireh an damezrandina navendan li ser ka ew çawa bandorê li tenduristî û psîkolojiyê dike tune. Lê ev rewş vediguhere rêxistinbûn, xeta berxwedanê.
 
* Di mijara parastina mafê şînê ya Gelê Kurd de divê gavên çawa bên avêtin?
 
Em hewl didin ku nêzî bingeha mafên mirovan bibin û bang li saziyên sivîl û saziyên navneteweyî bikin. Weke Înîsiyatîfa ji Miriyan re Rêz Girtin û Edalet; Bi tevayî me hewl da ku li Tirkiyeyê her kesê ku heqaret li cenazeyên wan hatiye kirin û cenazeyên wan hatine îhmalkirin bînin cem hev. Di nav de Kurd, xizmên PKK'ê, yên ku piştgirî dan berxwedana berxwedêran, Ermenî, Yahûdî, Suryanî, rêxistinên jinan hebûn. Li Tirkiyê piraniya cînayetên jinan bêyî çavdêriyê dibin. Di vê lêkolînê de penaber hatin girtin. Di salên dawî de pirsgirêka penaberan bûye pirsgirêk. Deryaya Ege veguheriye goristana penaberan. Gelek tişt dikeve ser milê akademî û civaka sivîl. Pêdivî ye ev bên qeydkirin. Em gelek ji vê şîdetê ji çapemeniya azad dibihîzin, bêyî van qeydan em ê ti carî nebînin. Saziyên li Kurdistanê di vî karî de zehmetiyan dikşînin. MEBYADER hewl dide xwe bigihîne cenaze û malbatê. Saziyên hiqûqî dikarin serlêdanên navneteweyî bikin û serî li komîsyona windayan a NY û DMME'yê bidin. Hûn nikarin ji bo bi sedan kesan serlêdan bikin, lê bi yek dozê jî dikarin destkeftiyên mezin bi dest bixin. Divê em ne tenê li bingeha mafên mirovan binêrin.