ROJEVA 5'Ê SIBATA 2025'AN

  • 09:00 5 Sibat 2025
  • Rojev
 
* Dayika Aştiyê Nurê Tarlak li dijî êrîşên Tirkiye û çeteyên girêdayê wê yên li hember Rojava banga ‘aştiyê’ kir û got: “Li Rojava mirov ji bo xwedî li ava xwe, ceyran û axa xwe derkevin diçin Bendava Tişrînê. Hûn çi ji van mirovan dixwazin? Hûn ji xwîna Kurdan têr nebûn? Divê her kes bibe dengê Rojava. Em ê aştiyê  bînin cîhanê.” DÎMEN HEYE
 
* Endama Înîsiyatîfa ji Miriyan re Rêz Girtin û Edalet Derya Aydin, têkildarî êrişên li ser goristanan axivî û got: “Ev mijar tenê di çarçoveya hiqûqî de nayê nîqaşkirin. Ev mijarek polîtîk û etîk e. Der barê rêzdariya li hember miriyan qanûn hene lê yên heyî jî nayê pratizekirin." DOSYA-BI DÎMEN
 
* Endama MYK Komeleya Piştevaniya Mor Zelîha Korkmaz da zanîn ku pergala serdest û kapîtalîst ked, beden û jiyana jinê binpê dike û ji bo xerakirina vê pergalê divê têkoşîna rêxistinkirî hebe. DÎMEN HEYE
 
* Rojnameger û nivîskara xelatkirî Orsola Casagrande da zanîn ku divê civaka navneteweyî bêdeng nemîne û piştgiriyê bidin  Abdullah Ocalan, pêşniyara wî ya şatiya mayîn de. Orsola Casagrande wiha got: “Tişta ewil divê bê kirin bidawîkirina tecrîdê ye û şert û mercên başkirinê ye. Divê ne tema ku desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze divê dema ku Birêz Ocalan li gorî xwe baş dibîne hevdîtin bên kirin.”
 
* Kurd 26 sal in li dijî komploya navneteweyî têkoşîneke bênavber dimeşînin. Azadiya Abdullah Ocalan bi grevên birçîbûnê, meşên girseyî û însiyatîfa dîplomatîk hate xwestin û li dijî polîtîkayên tecrîdê xeta berxwedanê ya cîhanî hate avakirin. DOSYA
 
* Di ser erdhejên 6’ê Sibatê de du sal derbas bû lê hîna gel di konteyniran de dijîn. Jinên mahkumê konteyniran hatin kirin diyar kirin ku ji ber konteynir tengin zehmetiyan dikşînin, li her derê mişk digerin û ji tirsan nikarin razên. BI DÎMEN 
 
*Jinên li Helebê bal birin ser rêveberiya nû ya li Sûriyeyê û wiha gotin:"Di vesazkirina hikumeta nû de cih nedan jinê. Berovajî wê kujerên ku destê wan di xwîna gel û bi taybet ya jinan de hene cihê xwe di hikumetê de girtin. Em jî vê yekê red dikin." DÎMEN HEYE