Ji bo Pexşan Ezîzî 413 hezar û 500 îmze hatine komkirin

  • 13:57 2 Sibat 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanyaya Azadî ji bo Pexşan Ezîzî ragihand ku heya niha 413 hezar û 500 kesan ji bo hilweşandina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî, name ji bo serokê dadweriya Îranê re şandine.
 
Kampanyaya Azadî ji bo Pexşan Ezîzî der barê îmzeyên ji bo hilweşandina cezayê darvekirinê yên ji bo rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî hatine komkirin de, agahî belav kir.
 
Li gorî kampanyayê, ji bo hilweşandina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî, heya niha 413 hezar û 500 îmze hatine komkirin û îmzevanan ji bo serokê dadweriya Îranê Xulam Mihsîn Muhsînî name şandine.
 
Di nameyan de ji serokê dadwer hatiye xwestin ku cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî were hilweşandin û demek ji ya din zûtir Pexşan Ezîzî were berdan.
 
Hêjayî gotinê ye rojnamevan û aktîvîsta Kurd Pexşan Ezîzî di 4’ê Tebaxa 2023’yan de li Tehranê hate binçavkirin. Di 11’ê Kanûna 2023’yan de jî bi îdiaya “Li dijî hikûmeta Îranê xebatên çekdarî kiriye” hate girtin. Dadgeha Şoreşê ya Tehranê jî di 23’yê Tîrmeha 2024’an de bi heman îdiayê cezayê darvekirinê da. Konseya Darazê ya Bilind a Îranê jî di 8’ê Çileya 2025’an de cezayê darvekirinê erê kir.