Hejmara nû ya Kovara Asoyên Jin derket

  • 16:42 30 Çile 2025
  • Rojane
   
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara Asoyên Jin di hejmara 11'emîn de weke bingehê serkeftin û destkeftiyên ku dê di sala 2025'an de bên bidestxistin, bal kişand ser têkoşîna jinan a sala 2024'an.
 
Di her hejmara Kovara Asoyên Jin (Afaq Al-Maraa) Kovara Asoyên Jin de ku di 20’ê Gulana 2023’yan li bajarê Qamişloyê Bakur û Rojhilatê Sûriye yekem hejmara xwe weşan, mijarên girêdayî jinan tê destgirtin, her wiha dîroka jinan û xebatên wan jî di rûpelên kovarê de cihê xwe digre.
 
Sala 2024’an ji bo jin mohra xwe li vî karî bidin dû qat hewldan kirin, gelek zorî derbaskirin, di rêbazên têkoşînê de jinan karî mohra xwe lê bidin û bû salek tije fedekarî û serkeftin. Kovara Asoyên Jin di hejmara 11'emîn de weke bingehê serkeftin û destkeftiyên ku dê di sala 2025'an de bên bidestxistin, bal kişand ser têkoşîna jinan a sala 2024'an. Di vê hejmara nû ya kovarê de nîqaşên Jineolojî û jiyana Nagîhan Akarsel.
 
Kovara Asoyên Jinan ku her dû meh carekê tê weşandin, cih dide mijarên giring ên sahneyên siyasî û civakê yên demê. Di aliyê naverok de kovara ku pir reng e, entelektuel, siyasî, çandî  ye û cih dide helbest û nivîsên jinên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriye.