Ji bo 2 jinan biryara hepsa malê
- 20:52 23 Çile 2025
- Rojane
STENBOL- Endamekî ESP û SGDF’ê ku hatibû binçavkirin hat berdan û ji bo kesî jî cezayê hepsa malê hat birîn.
Bi daxwaza berdana rêveber û endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanan a Sosyalîst (SGDF) duh li ber Operaya Sureyya a Kadikoy a Stenbolê daxuyanî hat dayîn. Polîsan êrîşê girseyê kir û 38 kes binçav kirin.
35 kes duh piştî îfadeyê hatin berdan û sê kest sewqê dozgeriyê hat kirin.
Ji sê kesan yek hat berdan û Fatma Gulseren û Eylul Lara Sarper bi daxwaza girtinê sewqê Dadgeriya Ceza Sulh hat kirin. Fatma Gulseren û Eylul Lara Sarper bi biryara cezayê hepsa malê hat bedan.