Ji DEM Partiyê ji bo ESP’ê serdana piştevaniyê

  • 17:39 21 Çile 2025
  • Rojane
STENBOL- Hevseroka giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari bi armanca piştevaniya ESP’ê ku serê sibehê endamên wê di operasyona pêk hat de hatin binçavkirin, serdan pêk anî û got: “Em zextên liser aliyên muxalîf qebûl nakin. Em ê têkoşînê mezin bikin.
 
Saetên sibehê de polîsan di serdegirtinê de gelek endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) binçavkirin. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)  Tulay Hatîmogulari ji bo piştevaniyê çû serdana ESP’ê. Cigira Hevserokatiya Giştî ya ESP’ê Sezîn Uçar, parlametnera Dem partiyê Çîçek Otlu û endamên ESP PM’ê, Tulay Hatîmogullari, Parlamenera DEM Partî ya Stenbolê Gonca Yangoz, endamên DEM Partiyê  pêşwazî kirin.
 
‘Em ê têkoşînê mezin bikin’
 
Tulay Hatîmogullari di serdanê de axivcî û got: “Em zexta li ser muxalîfan qebûl nakin. Şoreşger, sosyalîst, welatparêzan li dijî binçavkirin, girtin û zextan şûnde gav navêjin. Têkoşîna şoreşger didome. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin.
Cigira hevserokatiya giştî ya ESP’ê Sezîn Uçar jî axivî û da zanîn ku ew wê destur nedin ku êrîş wisa normal bên dîtin û têkşîn axwe bidomîn. Sezîn Uçar da zanîn ku li dijî êrîşan wê li kolanan bersiv bidin û banga mezinkirina piştevaniyê kir.