Ji Semsûrê bang: Em Kobanê tenê nahêlin
- 16:14 19 Çile 2025
- Rojane
SEMSÛR -Parlamentera Êlihê ya DEM Partyê Zeynep Oduncu di çalakiya nobedê ya li Semsûrê ya li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de axivî, banga xwedîderketina li Şoreşa Rojava kir.
Çalakiya nobedê ya li dijî êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî G û Demokrasiyê (DEM Partî) li Semsûrê hatiye destpêkirin, dewam dike. Parlamentera DEM Partiyê ya Elîh Zeynep Oduncu, Rêxistinên DBP'ê yên Semsûr û navçeyên Semsûr û Mereşê, aktîvîstên TJA'yê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Semsûrê û gelek welatî beşdarî çalakiya nobedê ya li qada konteynerê ya DEM Partiyê bûn.
Welatiyên ku di saetên serê sibê de hatin qadê dest bi nobetê kirin.
Zeynep Oduncu di destpêka nobedê de axivî û diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê rastî komkujiyan hatin û li vir bi Şoreşa Rojava û têkoşîna mafan re jiyaneke nû hate avakirin.
Çalakiya nobetê ya bi govendê dewam kir, beşdaran gelek caran li qada nobetê bê navber dirûşmên "Bijî berwxedana Rojava" û "Jin jiyan azadî" berz kirin.
Piştî nobedê daxuyanî hat dayîn û çalakî bi dirûşm û çepikan bi dawî bû.