Du zarokên ketin çala kana mermer jiyana xwe ji dest dan
- 17:54 19 Çile 2025
- Rojane
MANÎSA- Li navçeya Alaşehîr a Manîsayê du zarok ketin çala ku kana mermer kolandibûn û serê wê negirtibûn, jiyana xwe ji det dan.
Li navçeya Alaşehîr a Manîsayê du zarokên temenê wan 13 salîbû bi bisîkletên xwe derketin gerê û ketin çala ku şîrketa kana mermer vekiribûn û jiyana xwe ji dest dan. Her du zarokên ku xizmên hev bûn Yusuf Eyup Kaya (13) û Kadîr Kaya (13) li dora ava ku ketibê çalê sekinin. Yusuf Eyup Kaya di carekê de ket avê. Xizmê wî Kaya Kaya jî xwest alîkariyê bide û ew jî ket avê.
Ekîbên hatin cihê bûyerê cenaze ji avê derxistin û rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Alaşehîrê.
Xizmên zarokan diyar kirin ku şîrketê tu ewlehiya derdorê negirtiye û gotin wê gilî bikin. Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.