Berxwedana li dijî qeyûm dewam kir
- 15:45 19 Çile 2025
- Rojane
MÊRSÎN - Berxwedana li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Akdenîzê hatiye destpêkirin di roja 10’an de berdewam kir.
Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Akdenîzê hatiye destpêkirin di roja 10’emîn de dewam kir. Bi beşdariya parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, li pêşiya avahiya şaredariyê daxuyanî hat day»n. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Hevşaredarên hilbijartî îradeya me ne”, “Na ji qeyûm re, ji bo îradeyê rêzgir bin”, “Diz dê biçin gel dê bimîne” û “Qeyûmê dizek ji Akdenîzê bicehime” hatin berzkirin.
Ji Endamên Meclisa Şaredariya Akdenîzê Ferîde Aslan Bîlgîç tayînkirina qeyûm weke “derbe” pênase kir.
'Qeyûm talan e'
Endama MYK’a Halkevleriyê Çîgdem Serîn jî bertek nîşanî xespkirina îradeyê da û wiha got: “Qeyûm, xesp û talan e. Îradeya bi milyonan kesan hate xespkirin. Ev polîs û bariyên wan, wêneyê faşîzmê ye. Yên îdia dikin ku dê pirsgirêka Kurd çareser bikin, êrişên ser nûnerên gelê Kurd didomînin. Li şûna hilbijartiyan qeyûman tayîn dikin û şaredariyan xesp dikin. Derê îktîdara AKP-MHP’ê çarserî û aştî nîne.”
'Em natirsin'
Dayika Aştiyê Raziye Soner jî wiha got: “Em ji girtin û kuştinê natirsin. Em li vir in. Qeyûman lanet dikin. Em hevşaredarên xwe dixwazin, heta ew derdikevin em ê li vir bin. Hûn nikarin me bitirsînin. Heta em şaredariya xwe distînin dê li vir bin. Em aştiyê dixwazin.”
Parlamenterê DEM Partiyê Mahmût Dîndar jî wiha got: “An hûn ê aştiya birûmet a ev dayike dixwazin pêk bînin, an jî hûn îfleh nabin. Bi qeyûman re îradeya gelê Kurd tune tê hesibandin. Wekî ev 100 sal in em li ber xwe didin, dê ji vir û şûnde jî li her qadê li ber xwe bidin.”