Li rojnamegera girtî cezayê dîsîplîê birîn

  • 09:40 17 Çile 2025
  • Rojane
 
STENBOL - Rojnamegerên sirgûnî Girtîgeha Marmarayê hatin kirin di hucreyên yek kesî de tên ragirtin, rojnameger Gulîstan Dursun ji ber ku ‘karta terorê’ ya ku rêveberiya girtîgehê xwest bidiyê qebûl nekir, cezayê dîsîplînê lê hat birîn.
 
Ji bo rojnameger Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ku di 19’ê Kanûnê de dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçe dişopandin, di 21’ê Kanûnê de di encama êrîşa balafirên şer ên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dabûn, li Qada Şîşhane ya Beyoglû ya Stenbolê, çalakiyek hate lidarxistin. Bi dehan rojnameger û parêzvanên mafên mirovan ên ji bo şermezarkirina êrîşa li ser rojnamegeran hatin cem hev hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 7 rojnameger û 2 welatî bi hinceta "propagandaya rêxistinê kirine" hatin girtin.
 
Rojnamegerên jin ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê, Gulîstan Dursun, Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Pinar Gayip û Nûçegihana Rojnameya Mucadele Bîrlîyî Serpîl Unal, di 10'ê Çileyê de ji qawîşê derxistin revîrê û ji wir jî bêyî ku agahiyekê bidin malbatên wan sirgûnî girtîgeha Sîlîvrî ya Marmarayê kirin.  Hate hînbûn ku rojnamegerên  hatin sirgûnkirin li huceryên 3 kes dimînin yek kes hatiye bicihkirin. Her wiha hat hînbûn ku ji bo rojnameger di heman hucreyê de bimînin daxwazname pêşkêşî rêveberiya girtîgehê kirine.
 
'Karta terorê' ferz kirin
 
Rojnameger Gulîstan Dursun li Girtîgeha Girtî ya Sîlîvriyê ya ku girtî ye bi rêya parêzeran peyam şand. Her wiha anî ziman ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve karta bi navê "karta terorê" li Gulîstanê fer kirin, lê wê karta ku dixwazin bidin  qebûl nekiriye.  Gulîstan Dursun parve kir ku ji ber "karta terorê" qebûl nekiriye cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn.
 
Her wiha hat hînbûn ku tevî Gulîstan Dursun 3 roj in daxwaza rojnameyan dike jî rojname nadin wê.