Ciwana Cuma: Bi pênûsa Cîhan û Nazim dê bibin dengê gel
- 09:12 17 Çile 2025
- Rojane
Gulîstan Gulmuş
AMED - Rojnameger Ciwana Cuma ya ku ji ser hesabên medyaya dijîtal hat hedefgirtin, diyar kir ku saziyên dibêjin mafê rojnamegeran diparêzin ka li ku derê ne, wê kengê xwedî li mafê rojnamegeran derkevin? Ciwana Cuma, wiha axivî: "Wê bi rihê Cîhan û Nazim heta dawî li vê bendavê bibin dengê gel."
Şerê di 27’ê Mijdara 2024’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat destpêkirin didome. Germahiya şerê ku bi sedan kes hatin qetilkirin û bi hezaran koçber bûn her diçe giran dibe. Yek ji komên ku herî zêde bi êrişan re tên rû hev xebatkarên çapemeniya azad in. Di 19’ê Kanûna 2024’an de nûçegîhanên Ajansa ANHA Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan di encama êrişa SÎHA’ya Tirkiyeyê de hatin qetilkirin. Piştre rojnameger Ciwana Cuma ku tevgera li Bendava Tişrîn û herêmê ji rayagiştî re radigihand li ser hesabên medyaya dijîtal hedef hat girtin.
Rojnameger Ciwana Cuma derbarê hedef girtinê de ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.
'Dixwazin dengê heqîqetê bibirin’
Ciwana Cuma wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ez Ciwana Cuma. Li Bakurê Sûriyeyê rojnameger im. Niha li herêma ku berxwedana li Bendava Tişrîn tê dayînê me. Ev demek dirêje dagirkerên Tirkiyeyê li hember çapemeniya azad, li hember rojnamegerên dengê rastiyê radigihînin êrişan didomînin. Ev êriş ne nû ne. Lê di sala berxwedanê de jî hat dîtin ku gelek hevalên me yên rojnameger ji aliyê Tirkiyeyê û çeteyên girêdayê wê ve hedef hatin girtin. Bi dehan hevalên me di encama van êrişan de jiyana xwe ji dest dan. Wan rastî ragîhandin û armanca wan derxistina heqîqetê bû. Îro rewşa li rojhilatê Sûriyeyê tê jiyîn bandor li hemû Sûriyeyê dike. Ji ber vê jî dewleta Tirk polîtîkayên xwe yên qirêj didomîne û dixwaze dengê heqîqetê bibire. Dixwazin dengê rojnamegeran bibirin. Ji ber vê jî hevalên me hedef hatin girtin û qetilkirin.”
‘Em bi pênûsa Cîhan û Nazim dibin bersiv’
Ciwana Cuma di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan bi armanca ku dengê heqîqetê bê birîn hatine qetilkirin û wiha dirêjî dayê: “Hevalên me hedef hatin girtin. Nazim û Cîhan polîtîkayên şerê taybet teşhîr dikirin. Ji ber vê raste rast hedef hatin girtin û qetilkirin. Bi taybet em rojnamegerên jin, li herêma berxwedana ku jin pêşengiya wê dikin cihê xwe digirin û dengê gel didin bihistin. Em bi rihê Nazim û Cîhan dagirkeriya Tirkiyeyê bi rayagiştî didin parvekirin. Em bi pênûsa wan dibin bersiva polîtîkayên şerê taybet.”
‘Em hîn bêtir xurt dibin’
Ciwana Cuma daxuyakirin ku êrişên li hember rojnamegeran ne tiştekî nû ye û êriş û hedefgirtin moralê wan naxîne berovajî vê hîn bêtir xurt dike. Ciwana Cuma wiha dawî lê anî: “Ez jî rojnamegeke ku tevî hemû êrişan li vir dixebitim. Saziyên dibêjin em mafê rojnamegeran diparêzin ka li ku derê ne, wê kengê xwedî li mafê rojnamegeran derkevin? Îro li ber çavê hemû cîhanê rojnamegerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixebitin hedef tên girtin. Em soza xwe ya ji bo Cîhan û Nazim dubare dikin. Em ê bi rihê wan bibin dengê gelê xwe. Em carek din ji Tirkiyeya dagirker re vê dibêjin, we hevalên me şehîd kirin, hûn dibêjin qey wê em ê bê moral bin. Her ku hûn êrîş bikin em hîn bêtir xurt dibin.”