Li dijî Lijneya Polîtîkayên Nifûs û Enstîtuya Malbatê bertek
- 09:02 12 Çile 2025
- Rojane
Nazlican Nûjîn Yildiz
ÎZMÎR - Di bin banê Wezareta Xizmetên Malbat û Civakî de Lijneya Polîtîkayên Nifûs û Enstîtuya Malbatê hat avakirin. Jinan bertek nîşan dan û gotin li dijî polîtikayên dijminê jinê divê hemû jin xwe rêxistin bikin.
Der barê ku di bin banê Wezareta Xizmetên Malbat û Civakî de Lijneya Polîtîkayên Nifûs û Enstîtuya Malbatê bê avakirin, biryarnameyên serokomariyê bi îmzeya Serokomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan di 25’ê Kanûna 2024’an de di rojnameya fermî de hat weşandin. Bi vê biryarê re tê armanckirin ku polîtîkayên nifûsê bi awayekî koordîne bên birêvebirin û xebatên ji bo parastina malbatê bên meşandin.
Jinan bertek nîşanê vê dan û li dijî van polîtîkayan banga rêxistibûnê kirin.
394 jin hatin qetilkirin, berpirs ev polîtîka ne
Nûnera Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) Tulîn Osmanogullari axivî û got sala borî ‘şurayên’ malbatên hatine kirin û di van şûrayan de çi hatine nîqaşkirin, bi kê re hatine nîqaşkirin’ nayê zanîn û got bi taybet piştî fehskirina Peymana Stnebolê gotine ku divê dest ji bpolîtîkayên malbata pîroz bê berdan. Tulîn Osmanogullari wiha got: “Piştî gotinên malbata pîroz qetilkirina jinan zêde bû. Me 3’ê çile de dane parve kirin. Ji îsal 394 jin hatin qetilkirin û 250 jî bi guman jiyan axwe ji dest dan. Ji 2010’an heta niha rêjeya herî mezin bû. Ev tiştekî bi xof e. Sedema van ev polîtîkane.”
‘Muxalefeta herî mezin tevgera jinê ye’
Tulîn Osmanogullari bertek nîşanê xebatên di çarçoveya polîtîkayên nifûsê de pêk tên dan û bal kişand ser krîza aborî ya li ewlat. Tulîn Osmanogullari wiha vegot: “Mûçeyê asgarî 22 hezare û kirêya herî kêm 15 hezar e. Lê ew hejmara zarokan dikin dert. Çima dikin dert?Ji ber ev li welatê me jî li cîhanê jî sa ye. Tevgera herî mezin a civakî tevgera jinê ye. Riya herî hêsan a hepskirina jinan ev e? Dibêjin zarokan çêbikin û em biryara vê bidin û di wê malbatê de tundî li jinan bê kirin.”
'Desthilatdariyê li hember jinan seferberî daye destpêkirin'
Tulîn Osmanogullari wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilatdariyê seferberiyek li hember jinan pêk aniye. Jin û zarok terkî mirinê tê kirin û bi gotina malbata pîroz jinan hepsî malê dikin û dikin kole. Li dijî vê gotina jinan heye. Em xwe rêxistin dikin û dadikevin kolanan. Me sala 2024’an bi çalakiyan debas kir. Sala 2025’an bi çalakiyan dest pêkiriye. Ji bilî daketina kolanan alternatîfek me ya din tuneye.”
‘Pergal me dikuje’
Tulîn Osmanogullari li dijî van polîtîkayan bang li hemû jinan kir û wiha vegot: “Ev pergal me dikuje. Ev pergal mafê me ji destê me digire. Li vî welatî ku xizanî û birçîbûn heye, zarokên me birçî radizên, divê rêxistinbûna me hebe. Azadiya me hebe. Ji bilî têkoşînê riyek din tuneye.”
‘Ev polîtîka ne yên ewil in’
Endama Meclîsa Piştevaniya Mor Zeynep Eda Berfîn Tozlu jî daxuyakirin ku ev polîtîkayên desthilatdariyê yên ewil nînin. Zeynep Eda Berfîn Tozlu wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin herî zêde li malê tundiyê dibînin û tên binpêkirn. Ji bo jinan bikin bin kontrola xwe bi gotinên ‘malbata pîroz’ bikar tînin.Ev enstîtu hîmê polîtîkayên dijminê jinê ava bikin. Ev dibin sedema binpêkirina jinê, hepskirina jinê û newekheviya zayenda civakî.”
‘Jinan bi xizaniyê terbiya dikin’
Zeynep Eda Berfîn Tozlu wiha got: “Salên dawî bi taybet bi polîtîkayên nifûsê û bi gotinên sala 2025’an wê bibe sala malbatê bi taybet li ser vê disekinin. Jinan bi xizaniyên terbgiya dikin. Li aliyê din jî astengiya malbatê didin pêş azadiya jinê. PolîtÎkayên dijminê jinê hildiberînin. Dixwazin Erdoganîst ava bikin û hîmê dewleta îslamî û faşîst jî ji virt ê. Li aliyekî krîza aborî û li aliyê din jî krîza mêrtiyê. Ev polîtîkayên dijminê jinÊ wê bidomin.Em jî dibêjin ku heta ev pergal neguhere em ê têbikoşin. Wekê din rê tuneye.”