Hevşaredarên DEM Partiyî hatin binçavkirin

  • 07:15 10 Çile 2025
  • Rojane
 
MÊRSÎN - Hevşaredarên Akdenîzê Nûriyet Aslan û Hoşyar Sariyildiz hatin binçavkirin. Polîsên ku avahiya şaredariyê dorpêç kirin gotin: “Qeyûm hatiye tayînkirin.” 
 
Hevşaredarên Navçeya Akdenîz a Mêrsînê yên DEM Partiyî Nûriyet Aslan û Hoşyar Sariyildiz û endamên Meclisa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Hîkmet Bakirhan û Neslîhan Oruç di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina hevşaredar û endamên meclisê nehat zanîn. Polîsan, avahiya şaredariyê bi bariyeran dorpêç kirin. 
  
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan ku nehiştin bikeve avahiya şaredariyê, diyar kir ku polîs di hundirê şaredariyê de lêgerînê dikin. Bozan, wiha got: “Polîsan nehiştin em bikevin avahiya Şaredariya Akdenîzê û gotin ku qeyûm biryara qedexeyê daye. Ji me re gotin; ‘Li Şaredariya Akdenîzê qeyûm hate tayînkirin û dê li ser malpera walîtiya Mêrsînê bê parvekirin.’ Qeyûm xesp e, diziya îradeyê ye, em biryara tayînkirina qeyûm qebûl nakin.”