Heyet du roj in li gumrikê tê rawestandin

  • 13:13 8 Çile 2025
  • Rojane
ŞIRNEX - Astengkirina şandeya dixwaze biçe cenazeyên rojnamegerên hatine qetilkirin wergire didome. Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan, wiha got: “Em bi rewşekî ku nirxên mirovahiyê hatine binpêkirin re rû bi rû ne.” 
 
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, di 19’ê Kanûnê de ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. Hewldanên ji bo wergirtina cenazeyên rojnamegeran û definkirina wan a li bajarên wan didomin. 
 
Şandeyeke ku malbatên rojnamegeran jî di nav de, ji bo wergirtina cenazeyan di 6’ê Çileyê de çû Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li Silopiyaya Şirnexê û xwest derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe. Lê belê şande ji roja behsa xeberê heta niha tê astengkirin. 
 
Şande, ji bo derbas bibe li ber deriyê sînor disekine. Polîs û leşker jî tevî wesayîtên bizirx di ketin û derketina deriyê sînor de disekinin. 
 
'Dorpêç heye' 
 
Ji endamên şandeyê Partlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan axivî û wiha got: “Rayedar li vir şanoyê dilîzin. Li vir nirxên mirovahiyê tên binpêkirin û em bi rewşeke ku wijdan û exlaq têk çûyî re rû bi rû ne. Li milê me yê rastê û yê çepê di hatin û çûnan de tu pirsgirêk nînin. Lê ji bo 8 endamên şandeya me pergal naxebite. Wekî hûn jî dibînin hemû qad hatiye girtin.” 
 
Kamûran Tanhan, da zanîn ku hewldan çêbûye ku di saetên şevê de ji qada lê disekiniyan bên derxistin û wiha got: “Gotin ku dê pergal vebe û ji ewil me derbas bikin. Me jî jê bawer nekir lewma me qebûl nekir. Qenaeta me ew bû ku me derxînin derve û êdî negirin wê derê. Jixwe dorpêça îro vê qenaeta me piştrast dike. Li dijî şandeyê dorpêçeke navlênekirî heye. Zextê li me dikin ku em derbasî odeyên cuda bibin. Li ser vê yekê me jê re got ‘heke hûn vê odeyê ji me bistînin em ê li derve çalakiya rûniştinê li dar bixin.’ Niha sekinîne. Mafê definkirinê mafê herî sereke ye lê mixabin ev maf tê binpêkirin. Her wiha mafê geştê jî tê astengkirin.”