TJA: Em zimanê nefretê ya li hemberî Birêz Ocalan qebûl nakin

  • 11:41 8 Çile 2025
  • Rojane
 
 
AMED - TJA'yê nêzîkatiyên hin saziyên çapemeniyê yên li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand û diyar kir ku li dijî zimanê nefretê divê axaftina aştî, azadî û wekheviyê bê xurtkirin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) diyar kir ku piştî hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re di 28'ê Kanûna 2024'an de ji aliyê gel û çapemeniyê nîqaş hatin kirin, lê hin saziyên çapemeniyê bi nêzîkatiyên bi rastiyê re li hev nakin, ji cidiyetê dûr bertek nîşan dan û ev helwest ne li gorî giraniya meselê û asta exlaqî-etîk a ku ji pîşeya rojnamegeriyê dihate hêvîkirin e.
 
Di daxuyaniya derbarê mijarê de hat dayîn de hate diyarkirin ku hewldana çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane ku mohra xwe li dîroka siyasî ya sed salî ya Tirkiyeyê hiştiye û gel ji bo wê berdêlên giran dane, îro jî weke her car di hedefa êrîşan de ye û got, " Ev helwesta yên ku ji şer sûd werdigirin e. Lê belê Birêz Abdullah Ocalan di çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd de îro jî pozîsyona xwe diparêze. Tevî ku 26 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran û îşkenceyê de ye, ji bo wekhevî, azadî û aştiya gelan pêk bîne, gelek hewl dide. Birêz Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd sembola jiyane aştiyane ye û gelê Kurd azadiya xwe di azadiya Birêz Ocalan de dibîne. Ji ber vê sedemê misogerkirina tenduristî, ewlekarî, şert û mercên azadiya Birêz Ocalan û têkiliya bi gelên Tirkiye û Kurdistanê re bi taybet  ji bo gelê Kurd bûye daxwaza bingehîn a aştiyeke mayînde."
 
'Birêz Abdullah Ocalan temînata jiyana bi hev re ye'
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku nêzîkatiyên hin saziyên çapemeniyê yên li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo jinan nayê qebûlkirin û wiha hat gotin: "Hinek çapemenî li şûna ku vê rola Birêz Ocalan bibînin, nêzîkatiyên  berevajî nîşan didin.  Dixwazin rêya çareseriyê bixitimînin, nefretê zêde bikin. Ev zimanê ku bi zanebûn tê bikaranîn û di bin bandora zayendperestî û netewperestiyê de diwazin şer gûr bikin, zimanê zihniyeta ku têkoşîna me ya azadiya jinê asteng kiriy. Birêz Ocalan temînata jiyana bi hev re ye."  
 
Banga zimanê wekheviyê xurt bikin
 
Di beşa dawî ya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Li ser vê bingehê divê hemû hêzên demokratîk, bi taybetî tevgerên jinan ên ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin, di heman demê de pirsgirêkeke bi vî rengî ya ji bo gelên Tirkiye, Kurdistan û jinan çareser bikin, divê aştiyê pêk bînin. Em bang dikin û zimanê daxwaza azadî û wekheviyê dike bê xurtkirin. "