Komkujiya Parîsê: 3 jin, komployek û rastiyên ku nayên ronîkirin
- 09:05 8 Çile 2025
- Rojane
Melek Avci
ENQERE - Tirkiye ku ji bo çareseriya prisgirêka Kurd li Îmraliyê li ser maseyê runişt li aliyê din jî li Parîsê sîxurên MÎT’ê li Parîsê sê şoreşgrên jin yên Kurd qetil kirin. Tevî evqas sal derbas bû, komkujî nehat ronîkirin.
Di 3'yê Çileya 2013'yan de dema ku hevdîtinên fermî yên ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd di navbera heyeta dewletê û Heyeta Îmraliyê ya ji wekîlên BDP'ê de pêk tê, didomin, yek ji pêşengên tevgera siyasî ya Kurd û ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) û rêxistina jinan Fîdan Dogan (Nûnera Kongreya Netewî ya Kurdistanê ya Parîsê) û Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çile de li paytexta Fransayê ya bi navê Parîsê, li avahiya nûnertiye Kongreya Neteweya Kurdistanê ya Parîsê hatin qetilkirin. Hat hînbûn her sê jinên şoreşger ji aliyê kujerê ku ji aliyê Rêxistina Îstîxbaratê (MÎT) ve hatiye girtin ve hatine qetilkirin.
Derket holê ku gumanbar Omer Guney yê bi navê kod ‘Ozan’ yê rayedarê MÎT’ê ye. Tevî van êrîşan ji bo aştiyê pêvajoyê aştiyê hat meşandin û banga aştiyê hat kirin.
Tetikêşê komkujiyê di hevdîtinê Osloyê de ye
Li Cenevreyê civîna ewil a hevdîtinên Tirkiye û nûnerên PKK’ê ku wek ‘Hevîtinên Oslo’ dihat binavkirin ya bi erêkirina Enqere û Qendîlê pêk hat. Piştî vê di civîna Tîrmeha 2008’an de cigirê Musteşarê MÎT’ê Afet Guneş û du rayedarên MÎT’ê ligel cih digirin. Yek ji van jî tetikêşê komkujiya Parîsê Omer Guney yê bi navê kod ‘Ozan e’.
Ozan di hevdîtinên navbera Tîrmeha 2008 û Tîrmeha 2011’an de di hemû hevdîtinên navbera PKK û Tirkiyeyê de ih girt. Di pêvajoya 2013’an ya Îmraliyê de Musteşarê Ewlehiya Cemawerî Muhammed Dervîoglu wke nûnerê herî bi raye yê dewletê cih girt. Muhammed Dervrîşoglu dem açû Osliyê, Ozan jî ligel xwe bir.
Qeydên deng yên gumanbar Omer Guney (Ozan) di 2014’an de ket ser înternetê û bi vê re têkiliya wî ya MÎT’ê ya bi komkujiyê re defşîfre bû. Di qeyda deng de têtikêş Omer Guney digot komkujî bi qetilkirina du kesî plankirine û wê suîkastê li dijî gelek siyasetmedarên Kurd pêk bîne.
Kovara Der Spiegel: Sîxurên Tirk tevli qetilkirina jinên PKK’î bûn
Kovara Der Spîegel di maşneta ku avêt de diyar kir ku sîxurên Tirk tevli qetikirina aktîvîstên jin yên PKK’î bûne. Doza komkujiya Parîsê bi mirina yek gumanbarekî ve ket. Gumanbar Omer Guney di 17’ê Kanûna 2016’an de li nexweşxaneyê ji ber tumurê di mêjiyê wî de mir.
Rojnameger Laure Morachand der barê komkujiyê de pirtûka bi navê ‘kolana La Fayette, hejmar 147 Sê cînayet’ baldikşîne ser berpirsyariya Fransa û Tirkiyeyê ya di neronîkirina komkujiyê.Laure Machand di beşa daweîya pirtûkê de diyar dike ku sedema neronîkirina komkujiyê têkiliya di navbera Parîs û Enqereyê de ye.
Abdullah Ocalan: Omer Guney Engîn Alan yê biçûk e
Abdllah Ocalan der barê komkujiyê de di hezîrana 2014’an de wiha gotibû: “Engîn Alan plansazê efserên mirinê ye. Ew planên rojane çêdikin û van planan ji CIA re radigihînin. DYA şêst sal e Tirkiye daye wan. Hem Fetullah Hoce û hem jî Turkeş yek in; Ruzi Nazar, Enver Altaylı û yên din jî wisa ne. Li ser cîhana tirkan çawa tevdigerin plan dikin. Min ev jî tenê li ser şêwazên kuştinê çareser kirin. Awayê kuştina kurdan ne karê tirkan e. Ev çalakî ji aliyê lobiyên Ermenî, Yewnanî û Cihûyan ve tên destekkirin. Hûn vê di mirina Sakîne de dibînin. Hûn ê mirina Sakîne çawa vebêjin? Rêbaza kuştina bi vî rengî ya hovane karê wan e. Omer Guney bi rastî Engîn Alanê biçûk e, zilamê gladyoya NATOyê ye. Dema ku wan ev cînayet kirin, armanc kirin ku her tiştî ji vir biqedînin.”
Cemaat û AKP’ê bi hev re kir
Abdullah Ocalan di 1’ê Cotmeha 2014’an de jî wiha gotibû: “Ez van endamên şerê taybet baş nas dikim. Min berê mînaka Atilla da. Ew stratejîstên mezin in. Bi aqilî îdare dikin. Ciwanên biyanî an jî Ereb ên ji çep û rast tên DAIŞ'ê tenê dikarin bibin leşkerên wan ên êşkenceyê, lê serokên wan cuda ne. Ez vê hikûmetê weke hikûmeteke negihîştî dibînim. Nîşaneyên min ên pirsê hene. Şerê taybet ê taybet bi AKP’ê re sîstematîk bû. Civakê bi AKP’ê re şerê taybet sîstematîze kir. Bi rêya polîs, dadwerî û artêşê xwe birêxistin kirin. Nîvê artêşa wan jî heye. Qada nû ya şerê taybet hemû walî, midûriyet û dadgehan dagirtiye. Ya rastî yekîneya MÎT'ê ya ku qetilkirina Sakîneyan pêk anî jî di bin kontrola wan de ye. AKP bêguneh e Na, bi hev re kirin. Heta sala 2012’an bi hev re kirin. Bi derbeyê jî xwestin E. Bey û H. Bey bigirin. Dema ku destûr dan serokê karmendê, wan rûtîn diafirand. Wan civakê adetî dikirin.”
Abdullah Ocalan di 21’ê Cotmeha 2014’an jî ev nirxandin kiribû: “…Min li vir jî ji MÎT’ê pirsî: Daîreya Şerê Taybet dikare ji we agahiyê bigire an hûn dikarin ji wan agahiyan bigirin? Van darbekaran şermezarkirina Oslo û îmhakirina Sakîneyan jî kirin. Min ji we re got ku ev Omer Guney li ku kar kiriye. Omer Guney ji BBP’ê ye. BBP jî partiyeke qirêj e. Dema xwestin ji vê qirêjiyê xilas bibin Muhsîn Yazıcıoğlu îmha kirin. Ev amûr bi hêz e. Tingên niştimanî jî pir xurt in. Civak bi tevahî tevlî bûye.”
Di 17’ê Kanûnê de jî ev nirxandin hatibû kirin: “Erê, ger bi ya Cemaetê bûya, wê niha PKK biketa dûman. Baransu wê demê di Tarafê de nivîsîbû. “Eger 21 kadroyên bi bandor ên PKK’ê bên îmhakirin dê pirsgirêk çareser bibe. Belê Sakîne jî yek ji wan e. Yên din jî ew hewl didin ku bikin. Weke lîsteya karsazên salên 1990’î, weke lîsteya Çiller, lîsteyeke bi bandor çêkirin. Berê jî planên MÎT'ê yên bi vî rengî hebûn. Em dikarin bibêjin serdema Teoman Koman. Piştre ev bi birêz E. Hûn jî dizanin ku Teoman Koman meaşê xwe ji CIAyê distîne û MÎT jî di bin kontrola wî de ye.”