Ev atolye bû cîhana we
- 09:02 8 Çile 2025
- Jiyan
Neslîhan Kardaş - Oznûr Deger
WAN - Hasret Îpek Îlçîn ku atolya mûman vekir wiha got: “Ez xwe bi mûman dikarim bidim nasîn. Ev der cîhana min e. Ez dîroknasim û heman demê de min berê xwe da fîgurên mîtolojîk û jinan. Her fîgura bikar tînim wateyek wan ya cuda heye.”
Hasret Îpek Îlçîn ku ji beşa dîrokê mezun bûye û lîsansa bilind û doktora kiriye 10 sale bi findan re eleqeder dibe. Du meheli Wanê atolyeya ‘Mûman’ vekir û ligel çêkirina mûman ji bo kesên dixwazin fêr bibin jî dersê dide.
Di atoleyeya wê de fîgurên mîtolojîk û jinan balê dikşînin. Hasret Îpek Îlçîn çîroka destpêkirina karê xwe vedibêje.
10 sale mûman çêdike
Hasret Îpek Îlçin diyar kir ku rijandina mûman yek ji riyên herî baş ên valakirin û rihetkirina hiş e. Hasret Îpek Îlçin, anî ziman ku çêkirina mûmê wê gelekî rehet dike û got: “Di dema xwendina master û doktorayê de min rojên gelekî bi stres derbas kir. Dema ku ez di înternetê geriyam, min kîteyek destpêka çêkirina mûmê dît. Nêzîkî 10 sal in ku min mûman çêdikim û wek hobî dikir.”
‘Mirovan dema ev der dîtin pir kêfxweş bûn’
Hasret Îpek Îlçîn da zanîn ku fikra wê ya vî karî wek bazirganî bike tuneye û ji bo xwe û kesên derdora xwe mûm çêkiriye. Hasret Îpek Îlçîn diyar kir ku fikra ku vê wek kar bike îsal bi hevalên xwe re ava kiriye û got: “Bi piştgiriya hevalên xwe min dest pê kir. Li Wanê pêşketina vî karî pir ne diyar bû. Bi rîsk bû. Min jî ev rîsk girt û du mehe atolye vekir. Min ferq kir ku gelek kes ji mûman hez dikin. Mirovan dema ev der dîstin eleqeyek mezin nîşan dna û kêfxweş bûn.”
Madeyên di çêkirina mûmê de tê bikaranîn
Hasret Îpek Îlçîn destnîşan kir ku di çêkirina mûmê de sê made tên bikranîn û yek parafîn, ya din soya wax û ya din jî jel e û wiha dirêjî dayê: “Soya ji fasulya soya tê çêkirin. Di alî tenduristiyê de pirsgirêka wê tuneye. Parafîn petrokîmyaye. Jel jî kîmyaye lê petrokîmya nîne.”
‘Ev der cîhana min e’
Hasret Îpek Îlçîn balkişand ser fîgurên ku bikar tîne û wiha dirêjî dayê: “Ez esansên jê hez dikim jî bikar tînim. Min berê xwe da fîgurên mîtolojîk û dîrokî. Her fîgurek wateya wê ya cuda heye. Ev min kêfxweş dike. Ez dikarim xwe bi mûmê bidim nasîn. Ez sibehê vir vedikim. Ez dikevim cîhan xwe. Ez dixebitim. Ev der bi giştî cîhana min e.”
Hasret Îpek Îlçîn wiha dawî lê anî: “Yên dixwazin ez dersê didim wan jî. Daxwaz pir zêde ye. Çêkirina mûman, bîhna wê çawa tê hilbijartin. Kîjan bîhn xweşe û çawa dikare bê çêkirin? Ez der barê vê de kite kiteyan didim fêrkirin. Atolya me biçûke. Ji 3’an zêdetir nikarim bidim. Divê berhemên jinan bi civakê bên qezenc kirin. Divê jin ji cihekî dest pê bikin, karekî bikin. Hewcedariya civakê bi vê heye.”