ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2025'AN

  • 09:00 4 Çile 2025
  • Rojev
 
*Di ser windakirina Gulîstan Doku re 5 sal derbas bûn. Rêvebera ÎHD’ê Nîlufer Aktag der barê mijarê de axivî û got: “Di doza Gulîstanê de îradeya jinan jî ya malbatê jî wek roja ewil teze ye. Ev êş ji bo me teze ye û naguhere. Heta aqûbeta wê diyar bibe em ê bipirsin. 
Em dixwazin fêr bibin çi bi Gulîstanê hatiye.” DÎMEN HEYE
 
*Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Suzan Akîpa der barê girîngiya ‘mafê hêviyê’ ya di pêvajoya çareseriyê de axivî û got: “Divê demildest çarçoveya mafê hêviyê de Birêzê Ocalan azad bibe û bi civakê re bê gel hev. Divê her cureyê maf bê naskirin."
 
* Di ser qetilkirina Pakîze Nayir de 9 sal derbas bû lê têkoşîna wê didome. Dayika wê Behiye Nayir da zanîn ku piştî Pakîze Nayir, wê têkoşîna aştî û yekitiyê dewr girtiye û wiha got: “Ji bo aştî û yekitiyê çi hewce be em amade ne. Min êşa Pakîzeyê kişand bila dayikên din êşa zarokên xwe nejîn.” BI DÎMEN 
 
*Ji xizma girtiyan Fînce Akman balkişand ser binpêkirinên mafan yên li girtîgehan û diyar kir ku li girtîgehan qadên jiyana girtiyan teng bûne û şert her diçin giran dibin.
 DÎMEN HEYE
 
* Jinên ku herî dawî li ser girtina gelek saziyên jinan ên ji aliyê yekîneyên giştî yên li bajarê Silêmanî ve axivîn gotin: "Li ku derê destkeftiyek ji bo jinan hebe, dewlet êrişê li vir dike." BI DÎMEN