ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2025'AN 2025-01-04 09:00:00     *Di ser windakirina Gulîstan Doku re 5 sal derbas bûn. Rêvebera ÎHD’ê Nîlufer Aktag der barê mijarê de axivî û got: “Di doza Gulîstanê de îradeya jinan jî ya malbatê jî wek roja ewil teze ye. Ev êş ji bo me teze ye û naguhere. Heta aqûbeta wê diyar bibe em ê bipirsin.  Em dixwazin fêr bibin çi bi Gulîstanê hatiye.” DÎMEN HEYE   *Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Suzan Akîpa der barê girîngiya ‘mafê hêviyê’ ya di pêvajoya çareseriyê de axivî û got: “Divê demildest çarçoveya mafê hêviyê de Birêzê Ocalan azad bibe û bi civakê re bê gel hev. Divê her cureyê maf bê naskirin."   * Di ser qetilkirina Pakîze Nayir de 9 sal derbas bû lê têkoşîna wê didome. Dayika wê Behiye Nayir da zanîn ku piştî Pakîze Nayir, wê têkoşîna aştî û yekitiyê dewr girtiye û wiha got: “Ji bo aştî û yekitiyê çi hewce be em amade ne. Min êşa Pakîzeyê kişand bila dayikên din êşa zarokên xwe nejîn.” BI DÎMEN    *Ji xizma girtiyan Fînce Akman balkişand ser binpêkirinên mafan yên li girtîgehan û diyar kir ku li girtîgehan qadên jiyana girtiyan teng bûne û şert her diçin giran dibin.  DÎMEN HEYE   * Jinên ku herî dawî li ser girtina gelek saziyên jinan ên ji aliyê yekîneyên giştî yên li bajarê Silêmanî ve axivîn gotin: "Li ku derê destkeftiyek ji bo jinan hebe, dewlet êrişê li vir dike." BI DÎMEN