Talîbanê vê carê pace li jinan qedexe kir
- 15:35 3 Çile 2025
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Talîbanê li Efganistanê pêkanîneke nû a dijminahiya xwe ya li hember jinê zêde kir. Vê carê jî paceyên odeyên ku jin lê ne û li aliyê derve dinêrin, qedexe kir.
Jinên Efganistanê yên ku piştî rejîma Talîbanê dest danî ser desthilatdariyê ji qadên perwerde, kar û cemaweriyê bêpar man, niha jî bi pêkanîneke nû ya qedexekirinê re rû bi rû ne.
Li gorî nûçeya KabîlNow’ê, ev biryarname di 29’ê Kanûnê de ji aliyê Daîreya Karên Îdarî ya Talîbanê ve hat ragihandin. Tê îdîakirin ku ev biryar bi hinceta parastina ‘mahramiyeta jinê’ hatiye girtin û tê xwestin ku cihên avahiyan ên ji aliyê derve tên xuyakirin bên girtin.
Li gorî belgeya ku ji aliyê Medîa Rukhshana ve hate parvekirin, serokê payebilind ê Talîbanê Hîbatûllah Ahûndzade ferman daye ku li avahiyên nû li cihên weke mitbex ku jin lê xuya dibin pace neyên çêkirin.
Li avahiyên heyî jî ji bo girtina cihên vekirî divê dîwar bên çêkirin.
Talîbanê ji Tebaxa 2021'an û vir ve piştî dest danî ser desthilatdariyê ji bo jinan xwendin, xebatên jinan di qadên saziyên civaka sivîl qedexe kir. Her wiha qadên giştî yên wekî park, salona werzîşê û hwd. jî bi hincetên cuda qedexe kir. Hin radyo û kanalên televîzyonê yên ku dengê jinan radighandin jî hatin rawestandin. Bi gotineke din jin hema hema ji hemû qadên civakî hatin dûrxistin.
Neteweyên Yekbûyî, tecrîdkirina jin û zarokên keç ji aliyê rejîma Talîbanê ve şermezar kir û ev polîtîka weke "cihêkariya zayendî" pênase kir.