Elewî bi Gaxan sala borî oxir dikin û ya nû pêşwazî dikin

  • 09:03 1 Çile 2025
  • Jiyan
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Gulîzar Konak a Elewî  diyar kir ku sala nû pêşwazî dikin û der barê cejna Gaxan ya her sal Elewî pîroz dikin de axivî û got ev cejna ku bi rojan didome, xwedî naverokek dewlemend û rengîn e.
 
Cejna Gaxa (Khal) ku Elewî di kenveşopiyên xwe de wek têketina sala nû pîroz dikin, her sal di navbera 21’ê Kanûn-13’ê Çileyê de pîroz dikin.  Di Zazakî de ev cejn di heman demê de navê wê li meha Kanûnê tê kirin. Cejna Gaxan çar hefteyan tê pîrozkirin. Ber bi dawîbûnê sê rojan rojî tê giritin. Di cejna Gaxan de li Xarpêtê, Elewiyên Zaza sê nanê niyaz (biçike, pêsare) dipepêjîn. Yekî li cîranan belav dikin, yê din ji bo xwe û yç sêyem jî  Bicikê ji bo çûkan dçpijin. Vê piranî ji bo zarokan dipijin û zarok vê hûr hûr dikin û didin çûkan. Vê li serê kaniyê dema av tê girtin tê kirin. Li ser kaniyê find tên pêxistin. Gaxan bi lîstikên xweş tê pîrozkirin. Lîstika Khalkek, Khalo Gaxan û Veyvîke, Deve tên lîstin.
 
Gulîzar Konak ya Elewî ku ji Dêrsîmê ye der barê cejna Gaxan de axivî.
 
Gulîzar Konak wiha got: “Bi salan e Dêrsîmî cejna Gaxan pîroz dikin. Bi Gaxan sala nû tê pêşwazîkirin û ya kevn tê oxirkirin. Li gorî salnameya Hîcrî, wek têketina sala nû tê qebûlkirin û her sal di navbera hefteya dawî ya Kanûnê  û hefteya ewil a Çile de tê pîrozkirin. Mîhrîcana Gaxan sê rojan didome. Roja pêncşemê mal tên paqijikrin û li sewalan dinêrin. Ji xwarina çêdikin re jî dibêjin ‘dogecek’. Xwarinê dikin taweyê, run lê dikin û darekî dixinê. Dar bikeve kevçî dibêjin wê dewlemend bibin. Zarok kêfxweş dibin û li malê li pere an jî alavan digerin. Cejnê Bi kêfxweşî derbas dikin.
 
 
Ji bo aştî û aramiyê mal bi mal digerin. Ji mirovan re dua tên kirin. Lîstika ‘khalik û fatik’ tê lîstin. Xwarin bi hev re tên pijandin û xwarin. Mirovên ji hev xeydandî li hev tên. Gaxan di heman demê de wek dema îbadeta sê mehan jî tê binavkirin. “