Fahriye Ceylan bi çepik û tilîliyan hat pêşwazîkirin
- 12:31 31 Kanûn 2024
- Rojane
AMED - Fahriye Ceylan a 32 sal in ku berdana wê 8 caran hat taloqkirin, piştî ku hat berdan, li bajarê xwe Amedê bi çepik, tilîlî û dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hat pêşwazîkirin.
Girtiya 32 salî Fahriye Ceylan a ku herî dawî li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê mabû û 8 caran berdana wê hat taloqkirin, duh hat berdan. Fahriye Ceylan duh ji aliyê malbat û xizmên xwe ve hat pêşwazîkirin. Îro jî Tevgera Jinên Azad (TJA), parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê Adalet Kaya, Parlamentera DEM Partiyê Ceylan Akça Cupalo, Hevseroka DEM Partiyê Gulşen Ozer, rêveberên bajar û navçeyan ên DEM Partiyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), MEBYA-DER Hevşaredara Rezan Leyla Ayaz Fahriye Ceylan pêşwazî kirin.
Fahriye Ceylan li Balafirgeha Amedê bi tilîlî, çepik û dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hat pêşwazîkirin.