'Dixwazin sîstema wekhev bi dawî bikin'
- 09:06 3 Çile 2025
- Rojane
Mîdye Miqted
HELEB - Jinên li Helebê li dijî êrişên HTŞ'ê yên li ser baweriyên cuda diyar kirin ku armanc sorkirina gelan a li hemberî hev û tunekirina gelan e û wiha gotin:"Cara yekem e ku li perçeyekî ji erdnîgariya Sûriyeyê bi saya felsefeya netewa demokratîk, jiyana azad û wekheviya di navbera ol û pêkhateyan de hatiye rûniştandin. Yek ji armanca êrişên çeteyan jî bidawîkirina vê sîstemê ye."
Piştî HTŞ ket Sûriyeyê û rejîma Baas'ê ket şûnde êrişên li ser ol û gelên cuda jî dîsa hîn dijwarî dewam kir. Jinan bertek nîşanî êrişan dan û gotin armanc ew e ku sîstema wekhev têk biçe.
'Dixwazin bi vî hawî fitneyê têxin nava gelan'
Roşîn Mûsa da zanîn şerê îro tê dewam dike ew dikarin bi navê şerê cîhanê yê sêyem bi nav bikin û got:"Ev komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi hovîtî êrîşî Helebê kirin. Dixwazin bi vî hawî fitneyê têxin nava gelan. Êrîşên van çeteyan di bajarê Helebê de sînordar nema li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev demek e bi giranî para xwe ji van êrîşan digirin."
'Dixwazin sîstema wekhev bi dawî bikin'
Roşîn Mûsa da zanîn encax bi felsefeya netewa demokratîk dawî li van sîstem û zihniyetên durî îslama rast bê û wiha dewam kir:"Cara yekem e ku li perçeyekî ji erdnîgariya Sûriyeyê bi saya felsefeya netewa demokratîk, jiyana azad û wekheviya di navbera ol û pêkhateyan de hatiye rûniştandin. Yek ji armanca êrişên çeteyan jî bidawîkirina vê sîstemê ye."
Şerê sorkirina pêkhateyan
Roşîn Mûsa bal kişand ser şerê niha ê li Sûriyeyê û wiha got:"Di roja me ya îro de li bajarên Sûriyeyê yên weke Laziqiyê îro şerê sorkirina pêkhateyên Sunî û Elewî tê kirin û gelek kes ji pêkhateyên Elewî hatin kuştin û hîna jî tên kuştin. Lê belê di roja me ya îro de ne tenê Elewî lê belê Ermenî jî tên qetilkirin. Çeteyên HTŞ'ê dixwazin îslameke li gorî xwe li ser gelan ferz bikin."
'Em ê her bibin parêzvanên ola xwe'
Roşîn Mûsa banga welatên navneteweyî kir ku bi erka xwe rabin da ku mafê hemû olan were dayin û wiha dom kir:"Banga me ji bo dewletên navneteweyî heye da ku pêşî li van komên çeteyan bigirin û mafê hemû ol û baweriyan biparêzin. Îro em banga xwişk û biratiya gelan dikin da ku yekbûna gelan were avakirin û em weke bawermendên ola êzdî em ê her bibin parêzvanên ola xwe da ku em carek din nekevin bin ferman û komkujiyan."
'Zihniyeta DAÎŞ'ê zindî dikin'
Di heman demê de jina ji pêkhateya Elewî Lewend Muse jî axaftina xwe ji ajansa me re kir û wiha pê de çû:"Ez ji pêkhateya Elewî me û ez jî bi vê ola xwe gelek şanaz im. Baweriya Elewî ne bi derketina rêjîma Bassê re hat avakirin, baweriyek xwedî dîrokek dirêj e. Çeteyên HTŞ'ê, şerê herî giran li ser ol û baweriyên ku li ser vê erdnîgariyê ne, dide meşandin. Yek ji baweriyên ku şer li hember tê meşandin, Elewîtî ye. Bi êrişa li ser her baweriyan zihniyeta DAÎŞ'ê zindî dikin."
Ev çete ji ola îslamê dûr in
Di dawiya axaftina xwe de Lewend Muse da zanîn ku armanca van çeteyan ew e ku îslameke li gorî xwe bidin avakirin û wiha pê de çû:"Şerê ku niha tê kirin armanca wê ew e ku îslama dijber, radîkal li ser gelan bidin ferzkirin. Ya rast em bêjin, ev çete ji ola îslamê dûr in ji ber ku di îslamiyetê de kuştin tune ye, talan û dizî tune ye, ferzkrina li xwe kirina cilên reş a bi darê zorê tune ye lê belê van çeteyan van hemû kiryaran didin meşandin."
'Divê em bi awayekî azad bijîn'
Di dawiya axaftinax we de Lewend Muse diyar kir ku ew azadî û wekheviyê dixwazin û wiha got:"Em weke pêkhateyên Elewî banga azadiyê dikin. Îro em qetilkirina elewiyan şermezar dikin. Ev çete jinan dikujin tecawizî wan dikin. Pîvanên mirovî û îslama rast bi wan re tune ye û hîna jî ji me re dibêjin hûn gawir in. Em li gorî pîvana îslama rast dijîn. Divê em bi awayekî azad û wekhev hemî bi hev re bijîn û ev kuştin ji holê bê rakirin."