Li ser sînor bang kirin: Em kamera û pênûsên wan li erdê nahêlin

  • 14:19 21 Kanûn 2024
  • Rojane
MÊRDÎN - DFG û MKG ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daşdan ên li Rojava hatin qetilkirin li ser sînorê Qamişlo daxuyanî dan û gotin: "Ji bo em xwedî li têkoşîna Rojava derkevin em li vir in. Em wekî çapemeniya azad dest ji pênûsê û heqîqetê bernadin."
 
Çalakiya nobeta sînorê Nisêbîn Qamişloyê ku di 13'yê Kanûnê de di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de dest pê kir, di roja 9'an de li ser sînor didome. Her rojê sazî û rêxistinek ji bajarên derdorê tên û li ser sînor daxuyaniyê didin çapemeniye. Girseya ku serê sibê li ser sînor kom bûn dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin”, “Rojava rumetê me ye”, “Rojava dile me, berxwedan karê me” berz kirin. Çalakgeran berdilkên ku li ser “Ji şer re na” û “Bijî berxwedana Rojava” hatiye nivîsandin li xwe kirin. Girseyê li ser sînor wekî her roj stran gotin û govend gerandin.
 
Nûner û rêveberên Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamya (MKG) û Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê (DFG) îro jî beşdarî çalakiyê bûn. Her wiha  nûnerên TJA û DBPê yên Şirnex û Bêdlisê îro tevli daxuyaniye bûn û qetilkirina rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan şermezar kirin.
 
Ewil Seroka MKG' ê Roza Metîna li ser sînor axivî û wiha got: “Ji bo em bibin denge Gulistan Tara, Nagîhan Akarsel, Nazim Daştan û Cîhan Bîlgin em li vir in. Ji bo em bibin dengê kedkarên çapemeniya aza dli vir in. Ji bo em bibin dengê hemû kedkarên çapemeniya azad ku di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane li vir in. Çapemeniya azad, di ronîkirina heqîqet û rastiyan de xwedî rolek gelek girîng e. Bi taybet rol û rista rojnamegerên jin dikin. Ji ber rola çapemeniyê di pêşengiya civakê de girîng e, êrîşî çapemeniya azad dikin. Li Rojava jî ji ber ku çapemeniya azad xwedî rolek girîng e û rastiya wir tîne ziman bûn hedef. Niha li dijî destkeftiyên gelê Kurd û gelên din êrîşên tund hene. Ji bo van destkeftiyên gelê Kurd ji destê wan derxin êrîşî çapemeniya azad û êrîşî gelê Kurd dikin. Ji bo rastiya van êrîşan dernekeve holê kedkarên çapemeniya azad kirin hedef. Li dijî van êrîşan berxwedanek mezin heye. Ji bo ev berxwedan neyê dîtin êrîşî çapemeniyê kirin. Ji bo em bibêjin hûn nikarin êrîş bikin, hûn nikarin dengê çapemeniya azd qut bikin em li vir in. Ji bo em bibêjin bêdeng name û dê tu carî dest ji mîrateya kedkarên çapemeniyê bernade, em li vir in. Nagîhan Akarsel, Cîhan Gulistan Tara, Hêro û Nazim li dû xwe mîrateyek mezin hiştin. Em wekî çapemeniya azad tu carî dest ji mîrateya wan bernadin. Ji bo em xwedî li têkoşîna Rojava derkevin em li vir in. Em wekî çapemeniya azad dest ji pênûsê û heqîqetê bernadin. Em ê tu carî dest ji kamerayan bernedin. Em li Amed, Wan û Stenbolê li dijî qetilkirina çapemeniya azad dengê xwe bilind dikin. Em dîsa li vir in. Em ji zext û zordariyê we natirsin. Em tu carî dest ji pênûs, heqîqet û qadan bernedan. Em dibêjin bijî Şoreşa Rojava Rojava. Bijî çapemeniya azad.”
 
Piştre aktîvîsta TJA'yê ya Şirnexê Çîmen Fidan jî li vir axivî û wiha got: “Em duh dîsa bi xemgîniyek mezin hişyar bûn. Em bi şehadeta du hevalên çapemeniya azad hişyar bûn. Em wan bibîr tînin. Em êrişa li ser wan şermezar dikin. Îro dîsa çalakiya me li ser sînor didome. Ev ji bo me nesînor e. 100 sal berê neyarên Kurdan Kurdistan kirin çar parçe. Li gorî xwe sînor danîn. Lê gelê Kurd û jinên Kurt tu carî ev sinor nas nekirin. Em vî sînorî tu carî qebûl nakin. Destkeftiyên çar parçeyên Kurdistanê her tim di bin êrişan dene. Ji bo dijmin Rojhilat, Rojava, Bakur û Başûr ferq nake û êrîş dikin. Ji bo têkoşîna me jî li çar parçeyan ferk nake. Em li her derê destkeftiyên xwe diparêzin. Ev şerê ku didomin ji şerê taybet ne cuda ye. Şerê taybet û şerê li dijî çar parçeyên Kurdistanê encama xwedî heman hişmendî ye. Ev hişmendî girêdayî tecrîdê ye. Jinên ku li dîasporayê tên kuştin bi heman hişmendiyê ye. Sedema ve yekê tecrîd e. Tecrîd çiqas kûr dibe şer ji ew qas mezin dibe. tecrîd çiqas qûr dibe, tecrîda jinan jî ew qas dikeve xeterê. Ji ber vê yekê divê demildest tecrîd bê şikandin û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin û destkeftiyên Kurdistanê bên parastin. Em wekî jin çawa duh me ji bo destkeftiyên jinan û Kurdan me xebat û têkoşîna xwe mezin kiriye, em îro jî bi heman hişmendiyê li qadan, li sînoran û li ber xwe didin. Em dizanin ku serkeftin ya jinên berxwedêr û gelê berxwedêr e. Ya serkeftin ya serkeftin.”
 

Etîketan:

jinnews Rojava