'Armanca meşê azadiya Birêz Ocalan bû'
- 09:42 21 Kanûn 2024
- Rojane
Derya Ren
DÎLOK - Aktîvîsta TJA'yê Çaglar Demîrel ku beşdarî "Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê" bû got, "Armanca meşa me azadiya Birêz Ocalan, bidawîkirina êrişên li dijî Rojava û hatina demokrasiyê ya li welat bû."
Di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) meşek hat lidarxistin. Daxwazên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, avakirina bingeha siyaseta demokratîk û rawestandina êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketin pêş. Bi vê armancê “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” ku di 16’ê Kanûnê de ji Amedê dest pê kir, li Riha, Dîlok, Edene û Mêrsînê berdewam kir. Meşa duh li Enqereyê bi dawî bû.
Meşvanên ku di tevahiya meşê de beşdarî çalakiyan bûn, armanca meşê vegotin û xwestin di civînên gel ên ku organîze kirine û hevdîtinên bi Saziyên Sivîl re pêk anîn de, daxwazên xwe bi cih bînin.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Çaglar Demîrel a ku beşdarî Meşa Azadiyê bû, nirxandin kir.
'Armanca me pir zelal e'
Çaglar Demîrel da zanîn ku armanca meşê gelekî zelal e û wiha got: “Me xwest daxwazên azadiyê bigihînin her kesî. Me xwest hem ji bo Kurdan hem jî ji bo Tirkiyeyê vê yekê bikin. Ger li welatekî azadî û demokrasî pêk neyê, ne rast e ku mirov jiyanek azad ji wî welatî bixwaze. Li cihekî ku azadî lê tune be em li hêviya demokrasiyê ne. Cihê ku demokrasî lê nebe, çareserî jî nabe. Armanca me ji vê pir zelal e. Lê em bi zihniyeteke ku daxwazên me qebûl nake re rû bi rû ne. Em dibînin ku li Tirkiyeyê azadî û demokrasî nîne. Di tevahiya meşê de em rastî hin astengiyan hatin. Lê em ji bo azadî û demokrasiyê destûrê ji kesî naxwazin. Ji bo van daxwazan ne hewce ye ku ji kesî destûr bixwaze. Jixwe hikûmeta wî welatî vana dide. Em bi daxwazeke wiha derketin rê ji ber ku îro ev yek pêk nehat."
'Hikûmet gavên berbiçav navêje'
Çaglar Demîrel, da zanîn ku li Tirkiyeyê di derbarê pirsgirêka Kurd de pêvajoyek heye û got: “Li ser Birêz Ocalan rewşeke ku bi salan e tê meşandin heye. Tirkiye li cihekî ku li gorî hiqûqa xwe jî tevnagere, radiweste. Omer Ocalan kesê dawî bû ku bi Birêz Ocalan re hevdîtin kir. Weke ku Birêz Ocalan got, 'tecrîd dewam dike'. Lê belê tu gavên berbiçav nayên avêtin. Ji bo gihandina peyama Gelê Kurd ji Enqereyê re ye. Pêwîste demildest Birêz Ocalan bê dîtin û azadiya fîzîkî bê dayîn. Demokrasî, çareserî û azadî tenê bi azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan pêkan e. Ev ne tenê daxwaza Kurdan a hemû gelan e."
'Li dijî Rojava êrişeke mezin heye'
Çaglar Demîrel, anî ziman ku tu beşê civakê bi taybetî jin azad nîne û wiha dewam kir: “Gelê Kurd bi salane bi polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê re rû bi rû ye. Rêya herî baş a misogerkirina demokrasiyê, têkoşîna li dijî modernîteya kapîtalîst e. Tişta ku netew dewlet dixwazin bikin ew e ku yekperestî, olperestî û neteweperestiyê kûr bikin. Ji ber vê yekê ya ku em dixwazin bikin, bi modernîteya demokratîk re avakirina neteweya demokratîk e. Em armanc dikin ku azadiya jinê û ekolojiyê biparêzin û di vê çarçoveyê de têbikoşin. Îro li ser Rojava êrişeke mezin heye. Li cihekî ku rêxistinên cîhadî lê serdest in em nikarin behsa azadiya jinê bikin. Ji ber ku me mînakên van li Afganîstan û Îranê dît. Em dibînin ku berxwedana li Sûriyeyê berxwedana jinê ye. Ji ber ku di şexsê jinên Rojava de berxwedanek mezin dibe.”
'Divê statuya Rojava bê naskirin'
Çaglar Demîrel wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelê Rojava di bin tehdîdê de ye. Li Rojava têkoşîneke navneteweyî heye. Di pêvajoya ku li Sûriyeyê diqewime, dixwazin Rojava di nava Sûriyeyê de bifetisînin û bihelînin. Divê statuya Rojava bê naskirin. Armanca vê meşê piştgiriya Rojava bû. Divê hemû cîhan bi taybetî jî Tirkiye Rojava biparêze. Me hewl da bi meşê vê yekê nîşan bidin."