ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2024'AN
- 09:00 21 Kanûn 2024
- Rojev
*Çîrokên Afganîstan û Îranê di kêliyan de cuda bin jî rastiyek heye; têkoşîna mafê mirovan ji bo jinan şerekî dijware. Divê em bi hev re ji bo ku fedekariya wan vala nemîne dengê xwe bilind bikin. PANORAMA
*Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, nîqaşên ji 1’ê îlonê de tên kirin, serlêdana hevdîtina ji bo Îmraliyê nirxand û got: “Destura ji bo çûna heyetê giredayê geşedanên li Sûriye û Rojava ye. Ji ber vê jî ev biryrek siyasî ye. DÎMEN HEYE
*Berdevka TJA’yê Hatîce Oncu der barê êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şoreşa Rojava axivî û got: “Paradîgma Rojava ji bo hemû cîhanê bû mînak. Bêyî netew dewletê ger ku gel îro di çarçoveya demokratîk de dikarin bijî wê demê Rojava mînaka ku gel dikarin di çarçoveya demokratîk de bijî ne.” BI DÎMEN
*Dayikên Aştiyê der barê êrîşên Tirkiye û SMO yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivîn û gotin berdewama tecrîdê êrîş didomin. Dayikên Aştiyê diyar kirin ku êrîşê Kobanê bê kirin wê karasetek mezin derkeve holê û gotin Kobanê hêviya gelan e. BI DÎMEN
*Aktîvîsta TJA'yê Çaglar Demîrel ku beşdarî "Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê" bû got, "Armanca meşa me azadiya Birêz Ocalan, bidawîkirina êrîşên li dijî Rojava û hatina demokrasiyê ya li welat bû." BI DÎMEN