ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2024'AN
- 09:00 19 Kanûn 2024
- Rojev
* Piştî ‘Operasyona Vegera Jiyanê’ ku bi hinceta ‘ji bo zirar neyê tu canî em xesas tev geriyan’ pêk hat, tu kes nehatin cezakirin û tecrîd giran bûn, tîpên S û Y tên avakirin.
* Dayika Aştiyê Emîne Koç a li ser sînorê Qamişloyê di çalakiya nobetê de cih digire wiha got: “Ez beriya her kesî li vir im Heta dawiya jiyana xwe em ê têbikoşin. Çi ji destê me bê em ê bikin.” DÎMEN HEYE
*Hevseroka Meclîsa Rêveberiya Xweser Evîn Siwêd beyanameya çareseriyê ya 10 xalî ku ji bo avakirina Sûriyeya nû hatiye weşandin vegot: “Rêveberiya Xweser ji xwe bawer e û ji ber vê destê diyalogê dirêjî her kesî dike. Ji bo kaos bidawî bibe û avakirina Sûriyeyek nû a demokratîk em hewl didin.” DÎMEN HEYE
*Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Ayfer Yildirim der barê kampanyaya ji bo piştevaniya malbatên girtiyên ku pere ji girtiyan re şandin û sûcdar hatin dîtin de dane destpêkirin, axivî û got şandina pere ya ji bo girtiyan ne sûc e û sûchesibandina şandina pereyan girêdayî tecrîdê ye.DÎMEN HEYE
*Siyasetmedar Kubra Akti der barê êrîşên li ser Rojava de axivî û got: “Tehemulê hebûn û pergala Kurdan nakin û êrîş dikin. Divê ev erîş baş bê xwendin. Ger Tirk di daxwaza aştiyê de samîmî bin em dibêjin 'vaye Rojava testa samimiyetê ye'. Destê xwe bixin bin kevir ku em bi hev re ji vê testa samimiyetê derbas bin.” DÎMEN HEYE
*Rêvebera DBP'ê ya Amedê Hasîbe Çîçek a beşdarî "Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê" bû, diyar kir ku ew ê bi çalakî û kampanyayên xwe ji bo avakirina jiyana demokratîk li xaka xwe têbikoşin. BI DÎMEN